TJA: Em têkoşînê geş bikin

Rejîma Erdogan Sêşemê li 9 bajaran operasyon kir û bi sedan kes destgîr kir. Di nav van de 59 jin jî hene. TJA got ew ê bi paş ve gav neavêjin û banga kir ku têkoşîn were geşkirin.

Tevgera Jina Azad (TJA) li dijî terora destgîrkirin ya li 9 bajaran a bi navenda Amedê helwest nîşan da.
TJA'yê bi daxuyaniyeke niviskî got, “Roj nîne ku li vî welatî jin neyên qetikirin, tacîz û tecawîz li wan nebe. Roj nîne ku mafê jinan neyên dizîn, destkeftiyê wan ji dest wan neyên standin, keda wan neyê xwarin, neyên binçavkirin û girtin. Lê bila baş bê zanîn ku li dijî van êrîşan em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Sonda me ya ideaya azadiyê, ji çekên hişmendiya faşîst a AKP û MHP’ê bi hêztir û xurtir e. Bila dewleta desthilatdar a zayendperest, rantxur, netewperest  ku xeyal dikin  wê bi destgîrkirinê gavê bi jinan paşve bidin avêtin, baş zanibîn ku wê ev xeyala wan tu carî pêk neyê. Ji ber ku hûn jî baş dizanin sonda me ji çekên we bi hêztir û mezintir e, hûn di tarîtiya şevê de bi tirs tevdigerin. Êdî dinya alem vê yekê dizane. Em dixwazin kesên hatin destgîrkirin demildest werin berdan. Em bang li hemû sazî û dezgehên demokrat dikin ku têkoşînê bilind bikin.”
 
NAVÊ JINÊN HATIN BINÇAVKIRIN
 
Navê jinên hatin binçavkirin wihane: “Eylem Caylan, Selma Metîn, Nevriye Çûr, Fîgen Ektî, Elîf Haran, Aygul Alagunduz, Dilnaz Ekmekçî, Fîgen Aras Kaplan, Merkiye Ormanci, Pinar Sakiktekîn, Sîyajîn Nefise Yildirmaz, Leyla Ayaz, Kadriye Ozcanlî, Evîndar Aydîn, Kîbriye Evren, Esra Solîndal, Mehtap Metîn, Sema Koç, Xecê Şen, Ruken Kiliç, Derya Aslan, Selda Erten, Yuksel Baran, Sîdar Aydin, Muslîme Kalkan, Nuran Gunbatan, Hulya Bîçen, Zelal Bîlgîn, Berîvan Elter, Pinar Işik, Ayşe Zengîn, Zelîha Gumuş, Emîne Turan, Seher Tumer, Yasemîn Ozer, Aliye Tok, Kadriye Fîdan, Tuba Dundar, Azîze Abîş, Ayşe Dîcle, Nazan Opan, Eda Bazencîr, Gulustan Yildiz, Neslîhan Karacadag, Rûken Koyûn, Ayşe Koyûn, Necla Tanriş, Hanîm Bîçîmlî, Rûken Akça, Lamîa Kûmral, Emel Ozge, Leyla Tekdag, Habîbe Ekîncî, Halîse Yavûz, Pinar Saraç Kalkan, Nalan Ozaydîn, Zehra Ozdemîr, Dayika Aştiyê Songul û Zîn a paşnavê wê nehat zanîn.”