TJA: Em jina ku piştgiriyê dide zîhniyeta nêrza qebûl nakin
TJA'yê li dijî şîdeta li jinê ya li Meclîsê daxuyaniyek weşand û got, "Em jina ku piştgiriyê dide zîhniyeta nêrza bi ti awayî qebûl nakin."
TJA'yê li dijî şîdeta li jinê ya li Meclîsê daxuyaniyek weşand û got, "Em jina ku piştgiriyê dide zîhniyeta nêrza bi ti awayî qebûl nakin."
Tevgera Jinên Azad (TJA), li ser şîdeta fîzîkî ya parlamenterên AKP'ê li meclîsê li parlamenterên jin ên HDP'ê û mûxalîf kirin, îro daxuyaniyek weşand.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Li Meclîsê bi şîdeta li jinê li pêş çavên bi mîlyonan kesî nîşan dane, ku ji bilî kesên destekê didin Erdogan, mafê kesî yê axaftinê nîne. Jinên ku li dij derketin ku dadgerî, rêveberî, qanûn û ewlekarî teslîmî mêrekî neyê kirin, bû hedefa jinan. Bi vê yekê re kesayetiya jinê ya ku AKP dixwaze bafirîne derxistiye holê."
BANGA 'NA'
Di dawiya daxuyaniya TJA de hat gotin, "Em jina ku piştgiriyê dide zîhniyeta nêrza bi ti awayî qebûl nakin. Em dibêjin, çalakiya dagirkirina kursiyê mafekî demokratîk e, ya ku şîdet lê tê kirin kî dibe bila bibe, di nava her şert û mercî de em destekê didin wê. Em bang li hemû cihêrengiyan bi taybetî jî jinan dikin ku li dijî destûra bingehîn a tekparêz, olperest, neteweperest, zayendîperest bêjin 'na'."