TJA: Em ê êrîşa li dijî dayikan ti carî efû nekin

Tevgera Jinan a Azad (TJA), diyar kir ku êrîşa li dayikên xavik spî tê kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Em ti carî efû nakin."

TJA'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûn nîşanî şîdeta polîsan a li dijî dayikên girtiyan da. Di daxuyaniyê de rojiya mirinê û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bibîrxistin û berxwedana dayikên aştiyê silav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di metna hevdîtina dawî ya Îmraliyê de careke din eşkere bû ku Rêberê aştiya civakî û gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan yekane hêz û bandor e ku dikare aştiya civakî pêk bîne."

Di daxuyaniyê de berxwedana malbatên girtiyan û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê weke têkoşîna "bijî û bide jiyîn" hate binavkirin û hate destnîşankirin, êrîşên li dijî dayikan tên kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye û wê ti carî efû nekin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinan, gelan, hêzên demokratîk, ciwanan, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û her kesên xwe mirov dibînin hate kirin ku li gel dayikan tevbigerin, nerazîbûna xwe ya demokratîk li her qadê nîşan bidin û têkoşînê geş bikin.