Saziya Tiba Edlî ya Tirk a ku bi raporên amade kiriye derbekarên 12’ê Îlonê, tetîkkêşên Daîreya Şerê Taybet, kujer û tecawizkaran fihêl dike, gava mijar dibe girtiyên siyasî rola sê meymûnan dileyîze. Bi sedan girtiyên siyasî yên nexweş hene. Yek ji mexdûrê vê yekê Hediye Aksoy a ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye û çavên wê nabîne ye.
Her çendî Nexweşxaneya Perwerde-Lêkolînê ya Bakirkoyê di rapora ji bo Aksoy amade kir de diyar kir ku çavên wê ji sedî 85 nabînin û nikare bi tenê bimîne, neşandin Tiba Edlî. Lê belê piştî ku hat teşhîskirin ku bi penceşêra memikan ketiye, ew veguhestin Tiba Edlî. Tiba Edlî tenê nexweşiya penceşêrê dît û ji bo cezayê xwe yê maye di girtîgehê de berdewam bike rapor da. Di 29’ê hezîrana 2012 de Aksoyê careke din birin nexweşxaneyê û vê carê jî rapora ku piştras dike ji sedî 92’yê çavên wê nabîne wergirt. Niha jî bersiva Saziya Tiba Edlî ya ji bo vê raporê tê mereqkirin.
Her ku diçe jiyana girtîgehê ji bo Heydiye Aksoy zortir dibe. Her çendî Nexweşxaneya Perwerde-Lêkolînê ya Bakirkoyê di rapora ji bo Aksoy amade kir de diyar kir ku çavên wê ji sedî 85 nabînin û nikare di girtîgehê de bimîne, lê Tiba Edlî vê yekê nedît. Aksoy got; “Herî dawî di 29’ê hezîrana 2012 min şandin Nexweşxaneya Bakirkoyê. Vê carê jî saziyas tenduristiyê diyar kir ku bînahî tune ye, ji sedî 92’yê wê kar nake û rapor da min. Ez di 16’ê tîrmehê de çûm Saziya Tiba Edlî û min ev rapor da. Niha li benda bersivekê me."
Têbinî: Nûçegihana ANF’ê Zeynep Kûray, di meha berfanbara 2011 de tevî bi dehan rojnamevanên Kurd di encama operasyonên di bin navê ‘KCK’ê de hate giritn û heta niha di Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê ya Stenbolê de tê ragirtin.