Tevî Buroya Aşitiyê ya Jinên Kurd Cenî ya ku navenda wê li Dusseldorfê ye, şandeyek ji rêxistinên jinan ji Almanya û Înglîstanê çûn Bakûrê Kurdistanê.
Şandeya jinan ji 12 kesan pêk tê û di nava wan de ji Komîteya Konfederasyona Sendîkayên Înglistanê Prof. Mary Davis jî heye. Jin dixwazin bi vê serdanê têkiliya înîsiyatîfa di navbera jinên Kurdistanî û Ewropayê re xurtir bikin.
Şandeya jinan di 6-9 de çûn Amedê û serdana Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA), navendên jinan ên girêdayî şaredariyan, ÎHD’ya Amedê, Goç-Der û Amademiya Jinan kirin. Şandeyê der barê xebatên jinan de agahî girtin û di rapora amade kirin de balê dikişînin ser biryardariya têkoşîna jinan.
Di raporê de der barê hevdîtinên heyetê de agahî tên dayîn. Li gorî agahiyên Koordînatora Mala Jinan a Kardelenê ya girêdayî Şaredariya Rezan Mukaddes Alataş li navçeyê 350 hezar mirov dijîn, ji vana ji sedî 47’ê wan zarok û ciwan in, tenê ji sedî 00.01’ê jinên Rezan zanîngeh qedandine. Ji sedî 72’yê jinên temenê wan ji 45’ê jortir xwendin û nivîsandinê nizanin. Piraniya jinan bi tundiya desthilatiya bavsalarî re rû bi rû dimînin. Jin li hemberî cinayetên jinan, madeyên hişber û fuhuşê kampanya pêk tînin.
Yek ji saizyên heyeta jinan çû serdana wê Akademiya Jinan a lI navçeya Sûrê bû. Nunerên akademiyê, dan diyarkirin ku ji bo pêşxistin û belavkirina zanîsta jinê jineolojiyê, ew dixwazin bi jinên li welatên din ên cîhanê re bikevin nava têkiliyan.
Şandeya ku heta niha li Kurdistanê ye, piştî Amedê çû Wanê. Li bir jî bi KESK’ê, Dayîkên Aşitiyê û nunerên VAKASUM’ê, her wiha Şaredara Botaniçîyê Nehahat Erguneş re hevdîtin pêk anîn. Piştî heyet vegeriya dê der barê xebat û projeyên jinan de hin çalakî û bername li dar bixin. Dê di 20’ê tîrmehê de li li NoBorder Camp a li Kolnê kampek ava bikin. Ji bo mijarê dikarin hevdîtin bi Buroya Aşitiyê Cenî re pêk bînin.