Şahida Serhildana Agiriyê: Pîra Eyşê

Şahida Serhildana Agiriyê: Pîra Eyşê

Gava xwişka wê Xanê di Serhildana Agiriyê de cih digirt ew hej zarok bû. Piştî serhildanê bû şahida komkujiyên dewleta Tirk jî. Her wiha Ahmet Kesip (Cemşît) û hevalên din yên pêşengên PKK’ê yên destpêkê jî dît.

1927’an di dema Serhildana Agiriyê de ew hêj zarok bû. Xwişka wê Xannê di serhildanê de cih girt. Pîra Eyşe jî bi çavên xwe zarokatiyê bû şahidên wehşeta dewleta Tirk. Yek ji kesên ku li pişt zinaran bi çavên serê xwe li komıjiyên Geliyên Zîlan, Siginak û Mixtepe dikir bû.

Ji ber komkujiyên dewleta tirk weke gelek endamên Eşîra Celalî, kesên li qada Dêmbat dijiyan jî koçî cem Celaliyan yên ku li qontarên Ayibegê bûn kir.

WÊ JÎ TEMENÊ XWE NEZANÎBÛ

Pîra Eyşe temenê xwe nezanîbû. Li gorî vegotinên derdorê wê jî texmîna temenê xwe dikir. Pîra Eyşê heta dawiya jiyana xwe hişê wê li serê wê bû. Em di şeva payîzê de ku mala wê bi lambeya gazê ronî dibû Pîra Eyşe nas dikin. Min hewcedarî dît ku ez jiyana wê binivîsim. Min xwest ez li vegotinên Pîra Eyşe yên hin şahidên din jî zêde bikim. Min karê nivîsê paşve xist biharê. Ji ber ku niha ji ber berfê mirov nekarin xwe bigihînin.

Lê nebû. Pîra Eyşê ku bi çavên xwe yên zarokatiyê ji Serhildana Agiriyê re şahidî kir û êş û berxwedana kurdan dît, zû ji nava me koç kir.

Belê vê veqetînê çîroka me di nîvî de hişt. Bê dem û wext ji nava me koç kir. Her çiqas em dilşkestî bin jî dîsa çîroka vê jinê dibe mijara romanan û me xwest kurt be jî em jiyana wê ya xwezayî bi xwendevanên xwe re parve bikin.

Şêniyên kurd ji ber ku jiyaneke xwezayî dimeşînin navê warê xwe wekê ‘gundê neolîtîk’ danîne. Belgeyên dîrokê sedsala 21’ê nîşan dide jî ew hêj jî ji jiyana xwe ya xwezayî dest bernadin û didomînin. Lambeyên gazê şeva wan ronî dike, ji bo xwe germ bikin jî sotemeniyên xwezayî yên ku ew bi xwe çê dikin bi kar tînin. Debara xwe bi hilberînên weke şîr û mast dikin. Pez xwedî dikin. Ji bo veguhestinê jî keran bikartînin.

Şîvanî bûye karê sereke ya eşîra Celalî û gelê herêmê. Bûye çavkaniya sereke ya jînê. Çavkaniya debarê ya zarok û neviyên Pîra Eyşê jî şivanî ye. Pîra Eyşê ligel kurê xwe yên mezin Şeyîd û neviyên xwe di xaniyekê biçûk de dijiyan.

Celalî ligel welatparêziya xwe bi wêrekiya xwe jî tên nasîn. Ji ber vê bûye mijara gelek çîrok û riwayetan. Berê yên ku hesp nediziyan keç nedidanê, çiqas rast e nayê zanîn lê wisa tê vegotin. Diziya hespê bi cesaret û jîrbûnê tê pîvan. Piştî ku Celalî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dikin dest ji diziyan hespan berdidin.

Hemû kevneşopiyên xwe didomînin. Hêj lambeyên gazê bi kar tînin. Heta derengiya şevê rudinin. Nîqaşên wan li ser pez û şîvanên wan e.

Serê axaftin û dawiya wê her tim bavê malê Seyîd temam dikir. Hevsera Seyîd jî her tim li goşeyeke malê runiştiye û çay tije dikir. Bûka malê jî hebû. Hebûna xwe zêde ne dida hîskirin. Kesên dihat bi lambeyê pêşwazî kir û li aşxaneyê amadekarî kir. Tiştên ku amade dikir jî bi lez û bez dianî ber derê odê û hema vedigeriya. Kurê biçûk yên malê Heso bû. Carna axaftina bavê xwe dibirî û bi mereq li mîvanan dinêrî.

Di vê meşa xwe de ez bi tesaduf bûm mîvanê wan. Pîra Eyşe jî ji ber westandina bi salan li goşeyekê razabû. Pêşî dema ez çûm hundir min got qey zarokek e. Lê ew dîrokek zindî bû.

Di carekî de şiyar bû û guh dabû sohbeta ku me bi Seyîd re dikir. Min di şeveke payîzê ya hênik de ew nas kir, di hişê min de zelal bû ku ez vê dîroka zindî binivîsim. Û ji bo nivîsînê me soza bihara 2011’an da. Lê mixabin hêj me xwe negihandibû wê, di şeveke biharê de bê deng ji nava me koç kir.