Tevna şîfa pîroz a Gûatemalayê li ber êrîşa li ser Efrînê rabû

Tevna şîfa pîroz a femînîzmê ya civakîparêziya xwecihî ay Gûatemalayê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kir.

Tevna şîfa pîroz a femînîzmê ya civakîparêziya xwecihî ya ji Gûatemalayê (TZK'AT-IXIMULEW), li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê daxuyanî da û got, "Bila dayika me ya pîroz Berta Caseres li çiyê, li kolanan, li her devera cîhanê ji bo hêza we zêdetir bike û daxawza edaletê bike, bi we re be."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em femînîstên civakîparêziya xwecihî, jinên Maya û Xînka yên Iximulewliyî ne. Ji bo em dengê xwe bigihînin wan û ji bo ew pişta xwe bispêrin me, em îro li hev civiyane ku xwişkên me yên ji Tevgera Jinê ya Kurdistanê û gelê Kurd zanetî, can, hêz û enerjiyê ji me bigirin. Li dijî şer ji bo em çalakiyên berxwedanê xurtir bikin, bi hezkirin, bi rengekî siyasî û femînîst, bi piştevaniya navneteweyî em destekê didin. Ji ber ku jinên kurd bi jiyana xwe, ji bo azadiay gelan tevlî têkoşînê, berxwedanê û parastinê dibin.

Li ber xwe bidin, li ber xwe bidin, li ber xwe bidin hevalno, têkoşîn zehmet e lê em ê bi ser bikevin! Xwişkên me, em we silav dikin, hembêz dikin û ji ber cesareta we, ji ber berxwedana we û meşa we ya ji bo şikandina zincîran em spasiya we dikin. Bila dayika me ya pîroz Berta Caseres li çiyê, li kolanan, li her devera cîhanê ji bo hêza we zêdetir bike û daxawza edaletê bike, bi we re be!"

Di dawiya daxuyaniyê de êrîşên hikumeta Erdogan ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin û daxwaza rawestandina van êrîşan hate kirin.