Tevî KJB’ê, gelek rêxistin û delege ji konferansê vekişiyan

Tevî KJB’ê, gelek rêxistin û delege ji konferansê vekişiyan

Encamnameya II. Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd hat aşkerkirin. Lê ji ber ku di encamnameyê de balê nekişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevî KJB, gelek rêxistin û delegeyên jinan ên ji Bakûr, Rojhilat, Rojava û Ewropayê ji salona konferansê derketin.

Di sêyemîn roja Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî de encamname hat aşkerkirinê. Ji ber ku di encamnameyê de bal nekişandin ser tecrîda li ser Ocalan û azadiya Ocalan, tevî KJB gelek rêxistin û delegeyên ji Bakûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistan û Ewropayê ji konferansê vekişiyan. Piştî ku ev rêxistin ji konferansê vekişiyan, di salonê de dirûşima “Bijî Serok Apo” hat gotin û delegeyên di hindur de jî bi çepikan piştgirî dan delegeyên ji salonê derketin.

Hevdîtinên ji bo lihevkirina li ser encamnameyê didome….