Tevî dorpêçê jî dayik li qadan bûn: Em devjê bernadin!

Dayikên Şemiyê, tevî dorpêça polîsan di hefteya 707’an de hatin ba hev. Di çalakiyê de çîroka Abdulkerîm (Şemsettîn) Yûtseven, Mîktat Ozeken, Munur Saritaş hatin vegotin.

Dayikên Şemiyê û xizmên windakiriyan, ku ji hefteya 700'î ve çalakiyên wan tên asten kirin, ji bo aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin, cara 707’emîn bi wêneyên xizmên xwe xwestin bimeşin Qada Galatasarayê. Dayikên Şemiyê û mirovên ku tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin, li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn û xwestin bimeşin Qada Galatasarayê. Xizmên windayan di çalakiyê de wêneyê rojnamegerê Siûdî Jamal Khashoggi (Cemal Kaşikçi) jî rakirin. Ji ber ku polîsan dora avahiya ÎHD'ê dorpêç kir destûr nedan ku dayik biçin qadê li wir daxuyaniyê bidin. Dayikên Şemiyê, li ber avahiya ÎHD'ê wêneyên windakiriyên xwe kirin destên xwe û xwestin heya Qada Galatasarayê bimeşin. Lê polîsan dayik û xizmê windayan asteng kirin. Di çalakiyê de endam û rêveberên DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, parlamenter û rêveberên HDP û CHP'ê û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. Ji ber ku polîsan xizmên windayan asteng kirin di navbera malbat û polîsan de niqaş derketin. Piştre xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de hat kuştin û cenazeyê wî hat dîtin Maside Ocak, bertek nîşanî polîsan da û got: “Ger hûn destûrê bidin em li Qada Galataarayê daxuyaniyê bidin tu pirsgirêk û alozî dernakevin." Lê polîsan got; "Têkevin hundir" û xwe aciz kirin.

‘HEM HÛN WINDAYAN NADIN Û HEM JÎ HÛN ASTENG DIKIN'

Dayika Murat Yildiz ê di 23'ê sibata 1995’an de hat destgîrkirin û windakirin Hanife Yildiz jî bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Bi zextan û dorpêçê ev pirsgirêk çareser nabe. Ev çawa mirovahî ye? Ev der Komeleya Mafên Mirovan e. Hûn qala heq û hiqûqê dikin, lê hûn bi ser komeleya mafên mirovan de digirin û dorpêç dikin."

‘LÊGERÎNA EDALETÊ ÇI ZERARÊ DIDE WE?'

Birayê Cemil Ksrbayir ê di 12'ê îlona 1980'yî de dema hate destgîrkirin hate windakirin, Mikail Kirbayor jî bang li polîsan kir û got: "Dibe ku yên winda dayik bav û xwişka te be. Em li mafê xwe digerin. Em li xwişk, bira û xizmên xwe digerin. Em li edaletê digerin. Em li rastiya ku dewletê veşartiye digerin. Cihê me qada Galatasarayê ye. Em li edaletê digerin çi zerar û metirsiya wê heye?"

‘EM TENÊ EDALETÊ DIXWAZIN'

Xuşka Kirbayir Fatma Kirbayir jî got: “Birayê me Cemil Kırbayır bibînin. Em ne mecbûrin li vir bi were rû bi rû bibin. Ez ji bo hestiyê birayê xwe hatim vir. Tu karê me û we bi hev tune ye. Em tenê edaletê dixwazin. Bila dayik negirin. Bila dakiyên we jî negirin."

TUNDÎ LI GUNDIYAN KIRIN

Vê hefteyê aqûbeta Abdulkerîm (Şemsettîn) Yurtseven ê di 27'ê Cotmeha 1995’an de hat windakirin pirsîn. Keça Fehmî Tosun ê di 19'ê Cotmeha 1995'an de hat windakirin Besna Tosun daxuyanî da. Tosun, diyar kir ku îktîdara îro tu eleqeya wê û serdestiya hiqûqê tune ye. Tosun, anî ziman ku daxwazên wan ên edaletê 8 hefte ye bi zexta polîsan tê asteng kirin û ev yek rê li pêş felaketek mezin vedike. Di 27'ê Cotmeha 1995'an de eskerên Tabûra Kobando ya Geverê ku di bin fermana Serdar Mehmet Emin Yurdakul de tev geriyan, bi ser gundê Agaçli yê Geverê de girtin. Eskeran di serdegirtina gund de zextên mezin li gundiyan kirin. Êşkence li welatiyan kirin. Esker dema ji gund vegeriyan gundiyê 73 salî Abdulkerim ( Şemsettîn) Yurtseven, ciwanê 18 salî Mikdat Ozeken û zarokê 13 salî Munur Saritaş ên êzing kom dikirin destgîrkirin û bi xwe re birin. Birin Tabûra Jendirmeyan a Geverê. " Piştre agahî ji Yurtseven, Ozeken û Saritaş nehat girtin. Piştî bûyerê li gel îfadeya şahidan û rapora Susurlukê ya Meclîsê jî di 12'ê Mijdara 1999'an de bi sedema delîl kêm in, bersûc berdan. Serlêdana malbatê ya îtîrazê jî li dadgeha bilind hat redkirin. Malbatê doz birin DMME'e. Doza li DMME'ê di 18'ê Kanûna 2003'an de bi encam bû. AKP'ê suc qebûl kir û tazmînata DMME'ê jî qebûl kir. Di ser windakirina Abdulkerim (Şemsettîn) Yurtseven, Mikdat Ozeken û Munur Saritaş re 23 sal der bas bûn. Em edaletê dixwazin û dixwazin berksûc bên cezakirin. Heta em encamê bistînin em dest ji qada Galatasarayê bernadin."

'EM QADA GALATASARAYÊ DIXWAZIN'

Dayika Nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28'ê Tîrmeha 1993'an de hat windakirin Zubeyde Tepe jî axivî û got: “Em Qada Galatasarayê dixwazin. Em li wir derb kirin. Kurê min nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê bû. Gotin PKK'ê revandiye. Lê Tugaya Tolhildanê ya Tirk kurê min revandin û kuştin. Em dipirsin çima heta niha kujer nedîtine? Me edalet xwest."

Keça Ahmet Kaya yê di sala 1996'an de hat windakirin Emine Kaya jî diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û xwest her kes tev li çalakiya wan bibin û piştgiriyê bidin çalakiya wan.

7 HEFTE YE ÇALAKÎ TÊ QEEXEKIRIN

Dayikên Şemiyê di hefteya 700'î de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe bi girseyî berdewam bikin, lê bi fermana Wezareta Karên Hundir Suleyman Soylu çalakî li dayikên şemiyê hat qedexekirin. Ji hefteya 700'î heta niha 7 hefteye Qada Galatasarayê li çalakiyên Dayikê Şemiyê hatiye qedexekirin û qad di bin dorpêça polîsan de ye.