‘Têkoşîna Sara têkoşîna hemû jinên cîhanê ye’

Festîvala 6'emîn a Jinan a Sakîne Cansiz bi dirûşmeyên azadî û berxwedanê bidawî bû. Di festîvalê de banga geşkirina têkoşînê li jinan hate kirin.

Ji bo bîranîna kadroya pêşeng a Tevgera Jinên Kurd û ya PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, li bajarê Swîsre Zurihê 6’emîn Festîvala Sakîne Cansiz (Sara) hate lidarxistin. Festîvala ku her sal weke kevneşopiyekê tê lidarxistin bi coşeke mezin bidawî bû.

Festîval li Kasernenareal a Zurichê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê hate lidarxistin. Gelek rêxistinên Swîsreyî, Tirkiyeyî û koçber di organîzasyona festîvalê de cih girtin. Tevahiya rojê bê navber di festîvalê de dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hate berzkirin. Festîval bi dirûşmeya ‘Berxwedana jinê azad dike’ pêk hat, ji her temenî jin beşdar bûn û qala girîngiya têkoşîna hevpar a jinên cîhanê hate kirin.

Yek ji berxwedêra greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê rojnameger Gulîstan Çiya Îke ku weke qiseker beşdarî festîvalê bû axivî û qala girîngiya berxwedana grevên birçîbûnê û destkeftiyên ku hatine qezenç kirin kir. Îke diyar kir ku berxwedana grevên birçîbûnê ku hemû pêkhate lêxwedî derketin di şkandina tecrîda li ser Ocalan de bi bandor bû. Îke ragihand ku wê têkoşîna wan li qadên cûda bidome.

‘TÊKOŞÎNA SARA TÊKOŞÎNA JİNÊN CÎHANÊ YE’

Di festîvalê de li ser navê partiya BASTA axaftin hate kirin û hate diyar kirin ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd di têkoşîna jinên cîhanê de xwedî girîngiyekî mezin e. Di dewama axaftinan de qala têkoşîna hevpar a jinan ya li dijî polîtîkayên cûdakrî, tundî û zayendperestiyê hate kirin.

‘DIVÊ JIN TÊKOŞÎNÊ GEŞTIR BIKIN’

Di festîvalê de li ser navê saziyên jinan ên cûda axaftin hatin kirin û di axaftinan de hate gotin ku Sakînce Cansiz nûnertiya têkoşîna jinên cîhanê dike û hate ragihandin ku divê jin têkoşînê geştir bikin.

Piştî axaftinan komên govend û dansê yên çandên cûda hûnera xwe pêşkêş kirin. Serî de ji koma dansê ya jinan a Hindistanê re eleqeyek mezin hate nîşandan û bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” hate berzkirin.

Piştre hûnermen Pinar Aydinlar, Nûaraîn û hûnermendên Swîsreyî derketin ser dikê hûnera xwe pêşkêş kirin. Festîval heta derengiya şevê bi govend û stranan dewam kir.