KBDH: Leyla Guven îradeya jinê ye

KBDH'ê bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku 50 roj in dewam dike û got, "Ev berxwedan berxwedana me ye, Leyla Guven îradeya me ye. Em nehêlin ku îradeya me teslîm bigirin.

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH), li ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tîne, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a Guven di roja 50'î de ye û Guven bûye nîşaneya berxwedana îrade û mejiyê jinê. KBDH'ê di şexsê Leyla Guven de hemû çalakgerên greva birçîbûnê yên li zindanan, li Bakur, Rojavayê Kurdistanê, li Tirkiyeyê û Ewropayê silav kir.

ERDOGAN NÛNERÊ FAŞÎZMÊ YE, WÊ TÊK BIÇE

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku berxwedana Guven ne tenê ji bo şikandina tecrîdê ye, di heman demê de ji bo bilindkirina dengê gelekî ye ku dixwazin bêdeng bikin û hate gotin, "Leyla Guven mîrateya berxwedanê ya jinên Kurd ên li dijî zilm, mêtingerî û zordariyê destanên berxwedanê afirandine, mîrateya berxwedanê ya hemû jinan dewr girtiye. Guven ku hevrêya Zîlan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Sêwêyan e, hêza xwe ji vê dîrokê digire. Erdogan nûnerê faşîzma mêr a serdest e, ew ê têk biçe. Zayenda bindest, gel û çîna karker wê rejîma AKP'ê û Erdogan têk bibin."

LEYLA GUVEN HEWL DA BIBE DENGÊ OCALAN

Konseya Giştî ya KBDH'ê diyar kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal in di nava tecrîdê de li dijî êrîşên înkar û asîmîlasyonê bûye dengê aştî û berxwedanê û got, "Leyla Guven jî bi çalakî û berxwedana xwe hewl da bibe dengê Birêz Ocalan."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku çalakiyên ji bo piştgiriya Leyla Guven li çar aliyên dinyayê belav bûne û hate gotin, "Ji Bakur heta Başûr, ji Rojhilat heta Rojava, ji Tirkiyeyê heta Ewropayê berxwedana bi grevên birçîbûnê, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên li kolanan, rêveçûna heyî guherandiye. Çalakiyên piştevaniya berxwedana Leyla Guven ku her zêde dibin, tirs berdaye dilê rejîma AKP'ê ya faşîst û dijminê jinan. Erdogan bi rengekî dîn û har êrîşî derdorê dike, gefan dixwe û hewl dide berxwedanê bişikîne...Lê belê rejîma AKP'ê bi xwe zane ku dawî li serdema desthilatdariya wan a mêr hatiye."

BERXWEDANA GUVEN BERXWEDANA ME YE

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Ev berxwedana ku mezin dibe berxwedana me ye. Leyla Guven îradeya me ye. Em ê nehêlin ku îradeya me teslîm bigirin. Kêliya herî tarî ya şevê, ew kêlî ye ku roj li ber hilatinê ye. Lêgerînên azadî, wekhevî, aştî û têkoşîna şoreşê wê di dema herî tarî ya faşîzm û zordariyê de şewq bidin."