'Têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê erkeke exlaqî ye'
'Têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê erkeke exlaqî ye'
'Têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê erkeke exlaqî ye'
Bi munasebeta 25'ê Mijdarê li bajarê Çomanê jinan daxuyaniyek dan çapemeniyê û destnîşan kirin ku têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê, erkeke exlaqî ye.
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Tundiya li dijî Jinê, Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) li gundê Derbendraît ê bajarê Çoman ê Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser navê RJAK'ê Nesrîn Bapîr Qadir daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tundî berhemek ji hişmendiya desthilatdariyê ye û hat destnîşan kir ku sîstema desthilatdariyê bi vê îdeolojiya xwe re hewl dide jin û civakê bê vîn û kesayet bike.
Endama RJAK'ê Nesrîn Bapîr Qadir diyar kir ku tundiya li hemberî jinê di warê siyasî, derûnî, aborî û fîzîkî li her qada jiyanê tê meşandin û anî ziman ku têkoşîna li hemberî vê tundîtîjiyê erka mirovahî û exlaqî ye.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin ku têkoşîna xwe ya li dijî vê hişmendiyê xurt bikin û ti carî bêdeng nemînin.