Têkoşîna jinên Sûdanî sinetkirina jinê qedexe kir

Li Sûdanê di encama têkoşîna dehan salan a jinan de bi qanûnekê sinetkirina jinê hate qedexekirin.

Sinetkirina jinê ku dibe sedem ku keç û jin bi enfeksiyonê bikevin, zarok ji ber jinan biçin û komplîkasyonên cuda û dibe sedema mirinê, di dawiya dawî de qedexe bû. Yên ku vê kiryara li dijî mirovahiyê bikin jî wê li Sûdanê bên cezakirin.

Jinên Sûdanî bi dehan sal in ji bo qedexekirina sinetkirina jinê têdikoşin. Bi saya têkoşîna wan, hikumeta demkî ya ku piştî serhildana gel û darbeyê dest bi wezîfeyê kir, qanûna ku vê kiryarê qedexe dike pejirand.

HETA 3 SALAN WÊ CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ Û PEREYAN KARIBE BÊ BIRÎN

Li gorî qanûnê ku niha di asta weşandina li rojnameya fermî de ye, kesên ku jinan sinet bikin û bidin kirin wê heta 3 salan bi cezayê girtîgehê bên cezakirin. Her wiha wê cezayekî giran ê pereyan jî li wan kesan bê birîn.

Li Sûdanê ku nifûsa xwe 42 milyon mirov e, tê texmînkirin ku 90 ji sedî yê jinên ji 15 salî heta 49 salî bûne qurbanê vê hovîtiya sinetkirina jinê.