Tê îdîakirin wê jina ciwan a mexdûra şideta zilam îro bê darvekirin
Tê îdîakirin wê jina ciwan a mexdûra şideta zilam îro bê darvekirin
Tê îdîakirin wê jina ciwan a mexdûra şideta zilam îro bê darvekirin
Li Îranê ku pêşiya darvekirinan nayê girtin, jina ciwan a mexdûra destdirêjiyê jî wê bê darvekirin. Tê îdîakirin ku Reyhane Cabbarî ya 7 sal in di girtîgehê de ye wê îro bê darvekirin.
Reyhane Cabbarî ya bi kuştina xebatkarê berê yê servîsa îstixbaratê ya Îranê Murteza Abdullahî Zarbandî tê sûcdarkirin wê îro bê darvekirin. Apê Cabbarî Ferîborz Cabbarî yê ji Spîegel Onlîne ya li Elmanya weşanê dike re axivî got ku rayedarên Îranê xwestine xatir ji mehkûma ciwan bixwazin.
Ji bo Reyhane Cabbarî ya 26 salî ya li girtîgeha Recaîşehr dimîne hewldanên li qada navneteweyî bê encam man. Cabbarî di sala 2007’an de dema 19 salî bû û xwendekara zanîngehê bû hat girtin. Bi kuştina endamê berê yê îstixbaratê Murteza Abdullahî Zarbandî yê destdirêjî li hember kiribû tê sûcdarkirin.
TEVÎ PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ JÎ DARVEKIRIN
Reyhane Cabbarî ya cara yekem di sala 2009’an de cezayê darvekirinê lê hat birîn, ji bo were efûkirin di qada navneteweyî de gelek çalakî hatin lidarxistin. Ji bo Cabbarî daxwaznameya li ser tevna civakî ji aliyê sedhezaran ve hat îmzekirin, gelek hunermendên Îranî jî piştgirî dabûn jina ciwan.
Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropa û gelek nûnerên dewletên Ewropî bang li hikûmeta Îranê kirin û xwestin doza Cabbarî ji nû ve bê destpêkirin.
NEXWESTIBÛ MALBAT EFÛ BIKE
Ji bo Cabbarî ji darvekirinê rizgar bibe alternatîfa ku ji aliyê malbata Murteza Abdullahî Zarbandî ve bê êfûkirin jî hebû. Tevî qanûna jêre tê gotin qisas, dihat xwestin Cabbarî îdîaya xwe ya ku ji aliyê Zarnabdî ve rastî destdirêjiyê hatiye paşde bide û bi vî awayî îtîbara Zarbandî pak bike.
Lê belê tevî darvekirinê jî Cabbarî ev dazwaz qebûl nekir û ji malbata Zarbandî efû nexwest.