Taşdemîr: AKP ji qelsiya xwe êrîş dike

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dirayet Dîlan Taşdemîr got AKP ji qelsiya xwe operasyonên qirkirina siyasî zêde kirine û got, ''Jin û Kurd wê serê xwe netewînin''.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dirayet Dîlan Taşdemîr li Navenda Giştî ya HDP'ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê  têkilî operasyona qirkirina siyasî axivî.

'JIN Û KURD WÊ SERÊ XWE NETEWÎNIN'

Taşdemîr bal kişande ser êrîşên ji 7'ê Hezîranê ve yên li ser siyaseta demokratîk, pêkhateyên wê, saziyên jinan û got, ''Bi konsepta êrîşê ji wan weye, wê Kurd, jin, saziyên demokratîk dev ji daxwazên xwe yên demokratîk biqerin'' û got, 'Di êrîşên beriya niha de jinan û Kurdan serê xwe netewand, ji niha û pê de jî wê netewînin.''

Taşdemîr operasyonên KCK'ê yên bi ser siyaseta demokratîk de yên sala 2009'an bi bîr xist, got operasyonên niha berdewam û dubareya vê lîstikê ne û wiha domand, ''Ên ku wê demê ew operasyon rê ve birin niha bi rengê rêveberên rêxistina terorê li girtîgehê ne. Ên ku demokrasî ji holê rakirin û hiqûq binpê kirin niha herî pir hewceyî demokrasi û hiqûqê ne. Siberojê jî, yên ku niha van operasyonan dikin we hewce bibin.''

'HIQÛQA FETO DIDOMÎNIN'

Taşdemîr her wiha got daraza AKP'ê hiqûqa FETO ji xwe re mîrat wergirtine  û domand, ''Dema ku mijar Kurd, jin û sosyalîst bin em dibînin ku dev ji vê mîrateyê neqeriyane. Di 6 rojan de nêzî 300 hevalên me hatin destgîrkirin. Niha 9'ê Cotmehê 158 hevalên me, nûçegihan, akademîsyen û siyasetmedar hatin destgîrkirin.''

'ÇEK KIRIN SERÊ ZAROKAN'

Taşdemîr her wiha bi bîr xist ku bi ser mala Wekîla rehîn a Amedê Leyla Guven de girtin, mala wê hatiye talankirin, polîsan li hin malan devê çekê kirine serê zarokan. Taşdemîr rewşa Endamê Domdar ê KCD'ê Hîlmî Aydogdu jî bi bîr xist û got, ''Dema ku destgîr kiriye krîza dil lê dixe û niha di bin kontrola lezgîn de ye. Ên ku ev operasyon kirin kir ku ev tişt bi serê hevalê me were''.

'EM Ê YEK GAVÊ JÎ BI PAŞ VE NEAVÊJIN'

Taşdemîr got AKP dixwaze împaratoriya tirsê ava bike û domand, ''Lê divê baş bi vê zanibin ku ti kes wê yek gavê jî bi nav ve neavêje''. Taşdemîr her wiha got gelek jinên ku hatine destgîrkrin aktîvîstên TJA'yê ne, bi salane têkoşîna azadiya jinê didin û got, ''Li bara vê têkoşîna mafdar hişmendiya nêr a AKP'ê neçarî  têkçûnê ye. Em êrîşên il ser TJA'yê û hevalên me eyên din şermezar dikin, em dixwazin hevalên me demildest werin berdan''