Taşdemîr: Çarikspî wê bi ser bikevin!

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir divê tecrîd bi temamî rabe û got,''Çarikspî wê bi ser bikevin''. Taşdemîr her wiha bal kişande ser rejîma fihûşê ya qeyûm.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li Navenda Giştî ya HDP'ê têkilî rojevê axivî.

Taşdemîr bal kişande ser polîtîkiya qirkirinê ya dewleta Tirk ku van çend salên dawî ji ber li dijî vê qirkirinê derketine nêzî 700 akademîsyen zilm li wan hatiye kirin, ji kar hatine avêtin, darizandin, Fusûn Ustel bi bîr anî û got 3 sal ceza lê hatiye birîn. Taşdemîr her wiha got Fusun Demîrel, Mamoste Ayşe û nivîskar Ayşe Duzkan ji ber sedema ku piştevanî li Ozgur Gundemê kirine niha girtî ne.

KOMKUJIYÊN BI RENGÊ QEZAYAN

Taşdemîr her wiha Pakîze Hazar ku 14'ê Hezîrana 2017'an li Licê tanzêrê pêlê kir 3u qetil kiribû bi bîr anî, got tenê 2 sal û 6 meh ceza li ajokar hatiye birîn, her wiha li ser 2 zarokên ku li Silopyayê bi tanzêrê hatine kuştin Taşdemîr got, ''Dadgehê careke dî komkujiyên bi navê qezaya trafîkê qebûl kiriye.''

REJÎMA FIHÛŞÊ; QEYÛM

Taşdemîr bal kişande ser polîtîkaya fihûşê ya rejîma AKP'ê ku li bi destê qeyûman li Kurdistanê hatiye kirin, diyar kir polîsê ku li Şaredariya Mêrdînê dixebite fihûşê li ser jinan ferz dike. Taşdemîr her wiha got rejîma qeyûm rejîma gendelî, rizîbûnê ye, desteserkirina vîn, çand , dîroka Kurdan e.

Taşdemîr got, ''Bi fermî li şaredariyan odeyên ku jinan li ser fihûşê qanih bikin hatine avakirin. Li van deran teoriya fihûşê tê kirin. Bi dengên qeydên ketin ser  medyayê derkete holê bê ka li Şaredariya Mêrdînê çi dibe. Em nizanin bê ka ev çete li şaredariyan çi dikin lê divê ev derkeve holê. ''

Taşdemîr her wiha got dema ku şaredariyên wan hatine desteserkirin, dema ku komeleyên jinan hatine girtin, pergala hevseroktiyê bûye hedef wan fêhm kirine ku têkoşîna azadiya jinê kirine hedef û bi rêxistiniya fihûşê jî derketiye holê ku têkoşîna azadiyê li dijî vê rizîbûnê têdikoşe.

Taşdemîr got, ''Li şûna şaredariyên me, X-Rayê li deverên ku rêxistiniya fihûşê tê kirin, deynin.''

'TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE'

Taşdemîr bal kişande ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ev sûc hê jî tê kirin. Ên ku ketine greva birçîbûnê balê dikişînin ser vî sûcî. Dixwazin ku tecrîd rabe.''

Li ser hevdîtina parêzeran a li bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî Taşdemîr got, ''Ev nayê wateya ku tecrîd bi temamî rabûye û daxwaz bi cih hatine.''

RABÛNA TECRÎDÊ JI BO AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ GIRÎNG E

Taşdemîr bi domdarî diyar kir rabûna tecrîdê ji bo aştî û demokrasiya Tirkiyê girîng e, çi dema ku deriyê Imraliyê vedibin ji bo berevaniya li aştî, demokrasî û azdiyê hêvî geş dibin û bi hevdîtina dawî ya bi Ocalan re careke dî diyar bûy ku ramanên Ocalan ji bo aştiyê çendî girîng in û got, Leyla Guven ev 183 roj in,  Nasir Yagiz ev 171 roj in, girtiyên li zindanan ev 146 roj in bi berxwedanê vê dibêjin.

'WÊ ÇARIK SPÎ BI SER BIKEVIN'

Taşdemîr herî dawî bal kişande ser berxwedana dayikên çarikspî û êrîşa rejîma AKP'ê ya li ser dayikan û got, ''Çarikspî wê bi ser bikevin. Li dijî vê faşîzmê, li dijî vê nebaşiya rêxistinî bi mîsogerî wê aştî, azadî û demokrasî bi ser bikeve. Em Meclîsa Jinan a HDP'ê van dayikên me yên çarikspî yên xweyî wijdan slav dikin.''