TAJÊ: Tolhildana jinên Êzidî wê mezin be

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) diyar kir, ew ê 3 û 14'ê Adarê ji bîr nekin û got, "Weke jinên Êzidî em ê xwe hê bi xurtî bi rêxistin bikin. Tolhildana me wê mezin be."

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) der barê êrîşên komên çekdar ên PDK'ê yên li dijî civaka Êzidî, bi taybetî li dijî jinên Êzidî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'ZÎHNIYETA PDK-AKP'Ê XWE LI ÎRADEBÛYÎNA ME RANEGIRT Û ÊRÎŞÎ ÎRADEYA ME KIR'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, komên çete yên ser bi AKP-PDK'ê di 3'ê Adara 2017'an de êrîşî bajarokê Xanesorê yê Şengalê kirin û hat gotin, "Xanesor beriya niha bi du salan ji aliyê hêzên parastinê yên YBŞ/YJŞ'ê ku zarokên me ne, ji çeteyên DAIŞ'ê hatibû paqijkirin. Ji aliyê bûyîna xwedî îrade, xwerêvebirin û xweparastinê ve, weke civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî me gelek gav avêtin. Xanesor yek ji wan qadan e, ku îradebûyîna me lê bi pêş ketiye, me xwe lê bi rêxistin kirine û saziyên xwe ava kirine. Lewma Xanesor, ji qadeke leşkerî wêdetir qadeke îradebûyînê ya rêxistinbûna civakê ye. zîhniyeta PDK-AKP'ê xwe li îradebûyîna me ranegirt û êrîşî îradeya me kir."

'KIRINA HESABÊN DESTHILATDARIYÊ LI SER ŞENGALÊ, DURÛTIYEKE MEZIN E'

TAJÊ destnîşan kir, ku divê kes ne li bendê be ew ji zîhniyeta ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de ew radestî barbarên DAIŞ'ê kiri, bawer bikin û wiha dewam kir: "Bila kes ne li bendê be ku em careke din ji wan re bêjin hikumeta me ye, desthilatdariya me ye û serê xwe li ber wan bitewînin. Heta ku hesabê bi hezaran jin û zarokên me yên di destê DAIŞ'ê de ne neyê dayîn, durûtiyeke mezin e ku hin rabin li ser Şengalê hesab û daxwaza desthilatdariyê bike. Her kes mîsyoneke bi vî rengî bide van hêzan jî, her kes qebûl bike jî, nepêkan e ku em jin qebûl bikin."

'JINÊN ÊZIDÎ WÊ BI BIRYARDARIYA XWE YA JI BO AZADÎ Û BERXWEDANÊ BÊN NASKIRIN'

TAJÊ destnîşan kir, ku bê exlaqiyeke mezin e ku PDK ji nû ve bibe xwediyê Şengalê û got, "Beriya her tiştî, em jinên Êzidî vê bê exlaqiyê qebûl nakin. Em jinên Êzidî ne jinên beriya fermanê ne. Me êdî tehma azadiyê kirine û bi biryardariya azadiyê dimeşin. Li ser vê bingehê, di rêya azadiyê de me gavê girîng avêtine. Di serî de hêza me ya parastinê YJŞ, haya me hemû jinan ji hişmendiya parastin û rêxistinbûnê heye. Îro dayikek me ya 80 salî jî xwedî sekna îradeyî û perwerdeya çekê ye ku dikare xwe pê biparêze. Tevî vê yekê, bi pêşketina tevgera jinê TAJÊ re, di nava jinên Êzidî de hişmendiya azadiyê û pêwîstiya bi rêxistinbûnê afiriye. Dema ku navê jinên Êzidî tê gotin, divê êdî mexdûriyetek û bêçaretî neyê bîra kesî. Jinên Êzidî wê bi biryardariya xwe ya berxwedan û azadiyê bên naskirin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, zîhniyeta dixwaze mîna duh îro jî li ser civaka Êzidî bibe desthilatdar, nikare xwe li sekn û vîna azad a Êzidiyan rabigire û hat destnîşankirin, ku ev zîhniyet ji hêrs û têkoşîna rêxistinbûyî ya jinên Êzidî ditirse.

'BILA JI HÊRS Û TOLHILDANA JINÊN ÊZIDÎ BITIRSIN'

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji ber ku dizanin, ku hêrs û tolhildana jinên Êzidî wê mezin be.Hesab û tolhildana jinên Êzidî hê neqediya ye, nû dest pê dike û bila ji hêrsa jinên Êzidî bitirsin. Ji ber ku ditirsin, di 14'ê Adarê de bi tank û topên xwe êrîşî dayik û jinên dilşewat û bi hêrs kirin."

TAJÊ ragihand, roja 14'ê Adara 2017'an, ji bo aciziya xwe ya ji ber hebûna çeteyan a li herêmê ragihînin, bi pêşengiya jin û dayikan ber bi çeperên van hêzan ve meşeke girseyî hate lidarxistin û diyar kir, hatina gelê Rojava ya Şengalê û tevlîbûna wan li nava meşa wan, pişgiriyeke watedar bû.

TAJÊ destnîşan kir, tevî ku ev xwepêşandana sivîl û çalakiyeke şermezarkirinê bû, ji ber ku ji sekna bi biryar a dayik û jinan tirsiyan, êrîş kirin û got, "Di vê êrîşê de zêdeyî 10 kes birîndar bûn, ku piraniya wan jin û dayikên me ne. Hevaleke me ya jin jî şehîd bû. Malbata vê hevala me ya ciwan, ji roja destpêkê ya fermanê û vir ve Şengal neterikand, tevî zor û zehmetiyan li Êzîdxanê ma û li ber xwe da. Ji malbata vê hevala me 4 şehîd hene, ku di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de şehîd bûn. Weke keçeke ji malbateke bi vî rengî ya bi rûmet û berxwedêr Nazê bi berpirsyariya civaka xwe radibû. Daxwaza herî mezin a hevala me Nazê ew bû, ku jinên me yên di destê DAIŞ'ê de ne bên rizgarkirin û hesab ji berpirsyarên fermanê were pirsîn. Em jî weke tevgera jinên Êzidî ji Nazê, Bêrîvan, Gulçînan re dibêjin; bila çavên we li paş nemîne, em jinên Êzidî di rêya we ya berxwedanê de xwe bi rêxistin dikin û em ê tola we bi mezinî hinînin. Organên çapemeniyê yên PDK'ê ji bo hevala me ya ciwan Nazê dibêje 'şervana YJŞ'ê' ye. Şervanên YBŞ/YJŞ'ê di nava çalakiyeke bi vî rengî ya sivîl de nebûne. Di dîmenan de jî ev rastî îspat dibe."

'TOLHILDANA ME WÊ MEZIN BE'

TAJÊ diyar kir, bi vê yekê re jî careke din fêhm dibe ku ev çete ne tenê ji YJŞ'ê, di heman demê ji sekn û ruhê berxwedanê yê jinên Êzidî ditirsin.

Daxuyaniya TAJÊ wiha dewam kir: "Nazê endama YJŞ'ê nebû. Mîna her jineke Êzidî bi êşa civaka xwe radibû û jineke ku li hemberî yên ev êş dane kişandin, gelekî bi hêrs bû. Lê belê şehadeta Nazê, ji bo me jinan weke rola keça Êzidî Binevş Agal e, ku di sala 1989'an de şehîd bû. Çawa ku bi şehadeta Agal er gel ji hêzên mêtînger re got 'êdî bes e', Nazê jî bi şehadeta xwe re vê fermanê dide me. Dem ew dem e, ku em hemû bi taybetî jinên Êzidî ji hêzên ku dixwazin li Şengalê bibin desthilatdar re bêjin 'êdî bes e'."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Weke jinên Êzidî me 3'ê Tebaxa 2014'an ji bîr nekir, em ê 3'ê Adarê û 14'ê Adarê jî ji bîr nekin, nedin jibîrkirin. Weke jinên Êzidî em ê xwe hê bi xurtî bi rêxistin bikin. Tolhildana me wê mezin be."