TAJÊ: Qetilkirina jinan kîna hezaran salan ya hişmendiya baviksalariye

TAJÊ têkildarê qetilkirina jinan û şîdeta li ser wan daxuyaniyek da û got ku divê qatilên jinan werin cezakirin û hesab ji wan were xwestin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê di şexsê qetilkirina jina Êzidî ya bi navê Baran Hasan Rasho ku 6’ê Tebaxê li navçeya Mîdyad a Mêrdînê ji aliyê zilamê bi navê Serkan O. (25) ve bi çek hatibû qetilkirin û jina Ereb ya li Hesekê hatibû qetilkirin, bi giştî qetlkirin û şîdeta li ser jinan ya di bin navê namûsê pêk tên şermezar kir û ragihand ku divê bi taybetî jin van bûyeran nepejirînin û li hemberî wan tekoşîna xwe mezintir bikin.

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:

“Kevneşopiya civakên ku rêbazên şîdetê li ser jinê birêve dibin û wê bi qeyd û zincîran mehkûmê hişmendiya kevneşop a paşverû dikin. Jinan biçûk û kêm dibîne, jinan tenê weke şeref û namûs binav dike, ji ber vê yekê jî wan wek namûs û şerefa xwe binav dikin. Rojane wana di bin wê hişmendiyê de qetil dikin. Ew çanda kevneşopiya paşvero ku heya roja me ya îro di nav civakên me de tên pêkanîn bûye sedema qetilkirina bi hezaran jinan. Di bin hincetên parastina namûsa malbat de û biryarên paşverû yên civakî yên di bin navê ol, exlaq û zewac de roj nîne ku jin neyên qetilkirin. Berî demekê li Hesekê jineke Ereb ya ku nexwestibû bizewice û bi heskiriyê xwe re revîbû, ji aliyê malbata xwe ve bi rengekê hovane hate qetilkirin. Tenê gunehê wê ew bû ku nexwestibû bi kesê ku ji wê re hatibû bijartin re bizewice û biryara zewaca xwe bi xwe da, weke sûc hate dîtin; li gorî hişmendiya wan, wê şerefa wan li erdê xistiye, ew di nav civakê de rûreş kiriye, lewre ji bo ku şerefa xwe li erdê nehêlin û xwe rû sipî bikin ew qetilkirin. Li pey wê re gelek bûyerên bi wî rengî rûdan. Herî dawî jina Êzidî ya bi navê Baran Hesen li Mîdyadê di bûyerek ne zelal de ji aliyê zilamekê ve hate qetil kirin. Li ser wê qetilkirina wê jî, bêbextî lê kirin û ji bo ku sûcên mêr û qatîlan were sivikkirin digotin, wê jinê karê xerab dikir. Bûyerên bi vî şêwazî û di vê serdemê de ji bo tevahî civakan sosret e û cihê şermê ye.

Ev bûyer hemû weke tiştekê ji rêzê tên destgirtin, li ser nayên rawestandin û hesaba wan nayên xwestin. Li her çar parçeyên welat roj bi roj bi rengekê hovane ev şîdet li ser jinê tê ferzkirin.

Van bûyerên weke kevneşopî, yan jî weke çandekê girtina dest, bi temamî pêkanîna vê wehşetê ya li dijî jinê dide diyarkirin.

Em weke Tevgera Azaiya Jinên Êzidî (TAJÊ) qetilkirina jinan weke sûc dibînin. Bûyer çi be û ji bo çi be, qetilkirina jinan nayê qebûlkirin. Divê qatilên jinan werin cezakirin û hesab ji wan were xwestin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan pêwîste çareseriyên cuda werin peyda kirin. Kuştin û qetilkirina jinan hovîtî û hişmendiya paşverû ye. Qetilkirina jinan kîna hezaran salan a hişmendiya baviksalarî ye.

Herî dawî em bang li oldar, meclisa ruhanî, aqilmend û rûspiyên civaka xwe dikin ku ji bo qetilkirina jinan ya di bin navê namûs û şerefê de xwedî helwest bin. Bi taybet weke jinan divê em van bûyeran nepejirînin û li hemberî wê tekoşîna xwe mezintir bikin da ku em karibin xwedî li van jinan derkevin, jinan ji mirin, şidet, gefan û vê kevneşopiyê xelas bikin.”