Sporvanên jin ên Siûdî di Olîmpiyatan de ne

Sporvanên jin ên Siûdî di Olîmpiyatan de ne

Komîteya Olîmpiyatên Navneteweyî ragihand ku ji bo beşdarî Olîmpiyatên 2012 bibin dê du jinên Siûdî Erebîstan bên Londonê. Hat zanîn ku jinên beşdar bibin Sarah Attar û Wujdan Alî Seraj Ebdulrahîm in.

Ev yekem car e du jin ji Erebîstanê beşdarî Olîpiyatên Navneteweyî dibin. Rêbertiya S. Erebîstan rojên borî qanûna rê nade jin beşdarî pêşbaziyên sporê bibe rakiribû. Lê heta niha jî oldarên muhafezekar li dijî vê yekê ne.

Serokê Komîteya Olîmpîyatên Navneteweyî Jacques Rogge ragihand ku beşdarbûna jinên Siûdî bo Olîmpiyatan “pêketineke pir erênî ye” û diyar kir ku dê Sarah Attar û Wujdan Alî Seraj Ebdulrahîm beşdar bibin.

Sarah Attar dê beşdarî beza 800 metreyî bibe û Wujdan Alî Seraj Ebdulrahîm jî dê beşdarî pêşbaziya judoyê bibe.

Li gel ku ev yekem car e ku Erebîstan destûr dide ku jin beşdarî olîpiyatan bibin, li welat jî jin nikarin li cihên vekirî sporê bikin. Balyozxaneya Erebîstan a Londonê ragihand ku ji bo jinên sporvan bikarin “mehremên” xwe veşêrin, divê kincên guncaw li xwe bikin.

Ev yek jî tê wê wateyê ku dê kincên ji aliyê sporvanên welatên weke Behriyen, Misir û Îranê, dê ji aliyê jinên Siûdî ve jî bên karanîn.