Spêrtî li dijî komploya navneteweyî banga berxwedanê kir

Endama Komîteya Rêvebir a KJK’ê Dîlan Spêrtî komploya 9’ê Cotmehê nirxand û got ku,”Divê bi giyanê sala 1999’an gel dakeve qadan û her cure rêyên têkoşînê werin kirin.”

Têkildarî salvegera 20’emîn a Komploya Navneteweyî Endama Komîteya Rêvebir a KJK’ê Dîlan Spêrtî ji ANF’ê re axivî û got “Li hemberî komployê em ê bi giyanê Zîlan, Sema, Çîçek û Delalan têbikoşin.”

Spêrtî diyar kir ku ew komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Amerîka, Îngîltere û Îsraîl di serî de hemû hêzên komploger şermezar dike û got ku, “Bi vê komployê re xwestin me bêdeng bikin. Lê divê bizanibin ku heke Rêber Apo di nav çar dîwaran de be jî, Rêber Apo ji me fikr û felsefe ye. Em ê tu carî destûrê nedin jiyaneke bêyî Rêber Apo.”

 

Spêrtî diyar kir ku komplo di sala 1996’an de hatiye destpêkirin û bersiva pêşîn a vê komployê heval Zîlan di 30’ê Hezîrana 1996’an de daye. Spêrtî got ku, “Çalakiya wê hişyarbûn bû.  Li hemberî komployê em ê bi giyanê Zîlan, Sema, Çîçek û Delalan têbikoşin. Li her dera ku em lê dijîn, li gund û bajaran, li metrepolan, li derveyî welat em ê vê komployê pûç bikin.”

Spêrtî diyar kir ku Erdogan berpirsê DAÎŞ’ê ye û divê her kes li hemberî wî têbikoşin û got ku, “Erdogan ne bi tenê li dijî gelan, li dijî xweza û heywanan jî şer dike. Lê em ê li hemberî teknîka wî xwe stûxwar nekin. Bi vîna Apoyî û bi felsefeya Ocalan em ê vê teknîkê pûç bikin.”

Spêrtî banga têkoşîna geş li ciwan û jinan kir û got ku, “Divê gelê me dîsa bi giyanê sala 1999’an dakevin qadan û serî li her cure rêyên têkoşînê bidin. Ez bawer dikim sala 2019’an ew ê bibe sala azadiyê ya Rêber Apo, ya girtiyên li zindanan û ya gelan.”