‘Şoreşên ne bi pêşengiya jinê, bê xêr in’

‘Şoreşên ne bi pêşengiya jinê, bê xêr in’

Hevseroka PYD'ê Asya Abdûllah di axaftina xwe ya li 1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn de destnîşan kir, ku şoreşên ne bi pêşengiya jinê, bê xêr in. Abdûllah got, "Eger em jin ji bo Sûriyê baş tênekoşin, pêşeroja me wê bibe mîna Misir û Tûnisê."

1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn a bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ji aliyê DOKH'ê ve tê organîzekirin û yadî sê siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat kirin, di roja duyemîn de li The Green Park Otel a li Amedê dewam dike.

Di roja yekemîn a konferansê de, bi moderatoriya "Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê, Berdevka HDK û Aktîvîsta DOKH'ê Sebahat Tûncel û Alîkara Hevserokên BDP'ê û Aktîvîsta DOKH'ê Yuksel Mûtlû, mijara bi sernavê "Li Rojhilata Navîn Dîroka Civakî ya li ser bingeha Jinê û Avakirina Zayendîperestiya Cinsî" hat gotûbêjkirin.

Di roja duyemîn a konferansê de bi moderatoriya Berdevka Meclîsa Jinan a BDP'ê û Aktîvîsta DOKH'ê Pelîn Yilmaz û Berdevka Meclîsa Jinan a KCD'ê û Aktîvîsta DOKH'ê Songul Morsumbul, mijara bi sernavê "Ezmûnên tevgerên jinan ên li Rojhilata Navûn û rola wan a di guherînên dawî yên siyasî de" tê nîqaşkirin.

Di konferansê de, hunermenda ji Pakîstanê Sarah Huseyîn bû dengê berxwedanê yê jinê, ji Hîndîstanê, aktîvîst Ranjana Kûmarî têkoşîna jinê di çarçoveya têkoşîna kedê de nirxand, ji Lîbyayê jî yek ji profesorên huqûqê yê pergala piştî Kaddafî diafirîne Salwa El Dahhîlî jî di mijarên "edaleta dema derbasbûnê", nivîsandina destûra bingehîn û demokratîkbûyînê de rola jinê, rave kir. Di konferansê de, hunermenda Fasî Naîma Zîtan jî veguherîna performansên teatrî li qada aktîvîzmê anî ziman. Di konferansê de hat destnîşankirin, ku sedsala 21'an wê bibe sedsala jinê.

"ŞOREŞA SÛRIYÊ ŞOREŞA JINÊ YE"

Hevseroka PYD'ê Asya Abdûllah, di kesayetiya Sakîne Cansiz de bi silavdayîna li hemû têkoşerên jin ê di rêya azadiyê de jiyana xqwe ji dest dan, dest bi axaftina xwe kir. Abdullah bibîr xist ku akûbeta Naziye Keçel a li Rojava wenda bûye hînê ne diyare û got, "Rewşa li Sûriyê, perçeyek ji Rojhilata Navîn e. Ev berxwedana li Rojhilata Navîn li dijî pergala kapîtalîst e. Li Sûriyê rejîma Baas weke partiya yekane gel û çandên li welêt rêve bir. Şoreşa li Sûriyê şoreşa wekhevî û azadiyê ye. Em weke gelê Kurd, ji gelên li Sûriyê re aştiyeke demokratîk dixwazin. Weke PYD, ji bo avabûna Sûriyeke demokratîk em di nava şoreşa li Rojava de cih digirin û pêşengiyê dikin. Di şerên heyî de bi dehhezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, tên sirgunkirin. Em alîgirê çareseriya demokratîk in, mirinan erê nakin. Ev du sal û nîv e em hewl didin li Rojavayê Kurdistanê pergaleke nû ava bikin."

Abdullah da xuyakirin ku bi pergala wan li Rojava ava kirine re gel xwe bi xwe re rêve dibe û got, "Divê ev ji bo Sûriyê jî derbasdar be. Barekî giran dikeve ser milê jinên Sûriyeyî. Zarokên jinên Sûriyê tên kuştin. Em dixwazin ji bo tevahiya jinên li Sûriyê, pêşengiya vê şoreşê bikin."

Abdullah diyar kir, ku wan gelek xebatên hevpar meşandine û got, "Îor rêyên demokratîk ên li pêşiya jinan tên girtin, di mûxalefeta li Sûriyê de serkêşî di destê mêran de ye. Ji şoreşeke ku jin ne li pêş be, xêr nayê. Ji ber vê yekê, ji hemû şoreşan re jin pêşengiyê dikin. Şoreşa Sûriyê şoreşeke jinê ye. Di hemû rêxistinbûyîn û qadên xwe parastina rewa de, jinan cih girtin. Eger ji derve ve destwerdanek çê bibe, mafê me yê xwe parastinê jî heye. Em tifaqa jinên li Rojavayê Kurdistanê weke hêzekê dibînin û dixwazin vê hevpar bikin. Eger ji bo Sûriyê em jin têkoşîneke têrker nedin, pêşeroja me wê bibe mîna ya Misir û Tûnisê."

"JINÊN KURD 2 ŞOREŞAN PÊK TÎNIN"

Abdullah ragihand ku Konferans konferanseke dîrokî ye û got, "Em weke jinên Kurd ên li Sûriyê, Şoreşa Netewî û Şoreşa Jinê 2 şoreşan pêk tînin. Pirsgirêka jinê ji bo me pirsgirêka sereke ye. Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe. Nêzîkatiya li jinê, nêzîkatiya li demokrasiyê ye. Ji îro pê ve jî di çarçoveya biryarên ji vê konferansê derkevin de, emê bi pêş ve bimeşin. Ji bo azadbûna jinên li Sûriyê, emê pêşeniyê ji şoreşê re bikin."

"EM LI BER ŞEREKÎ GIRAN IN"

Beşdara Konferansê ya ji Tûnisê Ahlem Belhadî da xuyakirin ku wan di şoreşa li welatê xwe de roleke mezin lîstine û bal kişand ser girîngiya ewlekirina mafên jinan li destûra bingehîn. Belhadî diyar kir ku divê meclîsa damezrîner a li Tûnisê ava bûye, destûra bingehîn binivîsîne û destnîşan kir ku ew weke jinên Tûnisî têkoşîna xwe dewam dikin û got, "Em niha li dijî şerîatê, li ber şerekî giran in." Belhadî ragihand ku li jinên Tûnisî li gelek qadên dewletê li dijwariyê rast tên û weha peyivî: "Saziyê dewletê, Îslamperest û bi taybetî jî komên selefî li dijî jinan dijwariyê dimeşînin û ewlekariya wan têkûz nakin. Divê li pêşiya vê rewşê were rawestîn. Emê di vî warî de kampanyayan bidin destpêkiirn. Jin bi taybetî li destavêtina hêzên dewletê rast tên. Şoreşa Tûnisê ji bo parvekirineke wekhev pêk hat, lê herî zêde jin bêkar in. Şoreşa Tûnisê dewam dike. Di roja îro de gel û jinên di nava tevgerê de hene. Em hêvîdarin ev şoreş wê têkeve halekî xweştir."

JI BO MAFÊN JINÊN KEDKAR , HEWLDANEKE TÊRKER NAYÊ DAYÎN

Beşdara jin Iraqê Ahla Kamal Alî jî bi pîrozkirina 36. salvgera damezrandina YNK'ê dest bi axaftina xwe kir û di axaftina xwe ya li ser afirandina stratejiyên nû ji bo dîtina karên ji bo jinê de, rewşa herêma xwe anî ziman. Kamal Alî da xuyakirin ku jinên di sendîkayên karker de cih digirin ji bo mafên xwe bi dest bixin têdikoşin û bal kişand ser zor û zehmetiyên qanûna kar a li Rojhilata Navîn derdixîne pêşberî jinan. Alî behsa mafên jinên karker kir û ragihand ku pirsgirêkên di vî warî de herî zêde di karên taybet de xwe didin der. Alî anî ziman ku rêxistinên civakî yên sivîl ji bo mafên jinan xebateke bi bandor nameşînin û ji bo sererastkirina vê rewşê pêşniyarên xwe anî ziman.

"PEYMANA OSLO BÊ BANDOR E"

Beşdara konferansê ya ji Fîlîstînê Amal Alfalah jî di kesayetiya 3 siyasetmedarên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin kuştin, silav li hemû jinên jiyana xwe ji dest dan kir û diyar kir ku berxwedana Fîlîstînê li gel her tiştî dewam dike. Alfalah got, "Axa Fîlîstînê timî tê talankirin. Di nava du aliyan de dîwar tê lêkirin. Serokdewletê Fîlîstînê Abbas li ser axa xwe bêbandor e. Heta ku destûrê ji hêzên dagirker negire, Abbas nikare biçe tu deveran. Îsraîl kengî bixwaze dikeve wê axê û çi dixwaze dibe. Û peymana Oslo bi ti awayî xwedî bandor nîne. 7 mîlyon Fîlîstîniyên di sala 1948'an de bi zorê hatin koçberkirin, dixwazin vegerin welatê xwe. Par bi destpêkirina berxwedana me re, Îsraîlê dest bi şer kiribû û beşek mezin a Fîlîstînê dagir kiribû. Lê gelê Fîlîstînê têkoşîna xwe dewam kiriye. Jin di nava vê têkoşînê de cih girtine. Peyamana Oslo hat morkirin, lê zarokên Fîlîstînî jinûve dest bi întîfadayê kirin. Ji ber ku bi van peymanan dixwazin deskevtiyên întîfada ji holê rakin." Alfalah ji Fîlîstînê re azadî xwest.

Di konferansê de, jinên Rojhilata Navînî têkoşîn û ezmûnên xwe parve dikin.