Soran Omer: Hîn herêma Kurdistanê ava nebûbû, PKK li vir bû

Wekîlê Herêma Kurdistanê yê Komeleya Îslamî Soran Omer têkildarî kampanya ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê axivî. Soran Omer nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên PDK'ê yên li ser PKK'ê da û got, "Herêma Kurdistanê hîn tune bû, PKK li vir bû."

Kampanyaya îmzeyê ya ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başur û Iraqê derbikeve Jinên Ciwan ên Tekoşer û Ciwanên Welatparêz di çarçoveya Pêngava “BIRÛXÎNE” ya Seferberiya Heftanîn de dabû destpê kirim, didome. Kampanya li seranserê Başurê Kurdistanê didome. Heta niha bi hezaran îmze hatiye komkirin. Gelek aliyên siyasî piştgirî dide kampanya îmzeyan.

Parlamenterê Herêma Kurdistanê ya fonksiyona Komeleya Îslamî Soran Omer piştgirî da kampanyayê û di derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk de ji ANF’ê re axivî.

'DEWLETA TIRK BI VEKIRÎ DAGIRKERIYÊ DIKE'

Parlamenter Omer êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bal kişand ser dagirkeriya Tirk û got: "Leşkerên dewleta Tirk sînorê Herêma Kurdistanê derbas kiriye. Tirkiye bi xwe eşkere kiriye ku li Hewlêr, Soran, Dihok 36 baregehên îstixbarat û leşkerî hene. Ev dagirkeriyekî eşkere ye. Mixabin demeke dirêj e Tirkiye baregeh li Heremê ava kiriye."

'JI BO LEŞKERÊN TIRK DERKEVIN 2003’Ê BIRYAR HATIBÛ GIRTIN'

Omer destnîşan kir ku di warê hiqûqî de ti bingehekî yê mayîna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistan nîne û diyar kir ku ji ber nebûna helwestên cidî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku leşker li herêmê bicih bibin û got: "Ji bo vê bûye sedem ku Hikûmeta Herêmê bi erka cih û warên PKK’ê tesbît bike û werin bombekirin."

'MAFÊ TIRKIYE NÎNE AXA HEREMÊ BOMBERAN BIKE Û LEŞKER BÎNE'

Parlamenter Omer li ser gotinên Serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî a gotibû; "Tirkiye bi hêz e, baş li hedefên xwe dixe. Pêwîstî bi îstîxbaratê me nîne" bi gotinên: "Sedem nîne ku Tirkiye bi hêz û PKK li navçeyên Heremê ne. Ev nabe hinceta rewa dîtina êrîşên Tirkiye ye. Mafê Tirkiye nîne axa Heremê bomberan bike û leşker bîne.” bersîva Nêçîrvan Barzanî da.

'PEYMANA 50 SALÎ YA NAVBERA PDK Û TIRKIYE, KIRIYE PDK LI BER DAGIRKERIYÊ BÊDENG BIMÎNE'

Omer wiha domand: "Şer li Herêma Kurdistanê ye. Bê helwestbûna sedemê desthilatdaran û bi taybet yê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) girêdayî hevpeymana 50 salî ya ku ji bo neft bi Tirkiye re hatiye kirine. Ev bûye sedem ku PDK leşkerên Tirk bîne axa Heremê. Di nava wê hevpeymanê de hinek xalên ewlehî hene ku girêdayî PKK ye. Ew jî ji bo agahî dayîne, ji bo Tirkiye ji PDK’ê hez bike her tiştî ji bo Tirkiye vekirî dike. Ev jî tespîteke ku di navbera wan de ji bo anîna leşkerên Tirk bîne Herêmê rêkeftinên aborî û ewlehî hene."

'HÊ HEREMA KURDISTANÊ NEBÛ PKK LI VIR BÛ'

Herî dawî Parlamenter Soran Omen ev got: "Hê Herêma Kurdistanê nebû, PKK li vir bû. PKK li ser axa Herêma Kurdistanê ye. Ev der axa Kurdistanê ye. Çawa ku em jî parçeyên dîtir wek axa Kurdistanê dibînin ew jî bi heman şêweyê ev der axa xwe dibînin. Ji xwe hê Herêma Kurdistanê ava nebûbû PKK li axa Kurdistanê bû."