SKM: Bila tecawizkar werin darizandin
SKM: Bila tecawizkar werin darizandin
SKM: Bila tecawizkar werin darizandin
Meclîsên Jinan ên Sosyalîst ên Amedê, bûyera 8 leşkerên ku li Çewlikê beriya niha bi du salan tecawizî zaroka keç a 14 salî kiribûn û beriya niha bi çend rojan ji aliyê dadgehê ve hatibûn berdan, bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir û xwest tavilê werin darizandin.
Meclîsên jinan ên Sosyalîst ên Amedê bi navê xwe yê kurt (SKM) ku got, “Em dîsa bi biryara daraz û helwesta dewletê ya hevpar a bêhuqûq û ya şîddeta li hemberî jinê, tacîz û tecawîzê pak derdixe re rû bi rû ne.” SKM, destnîşan kir ku jin hîn jî di mal, dibistan, kolan, di binçavan û li her cihî rastî şîddet, tacîz, tecawiz û bi her cureyî zextan tê.
SKM, di daxuyaniya xwe de da xuyakirin ku ew her cure şîddetê protesto dikin û li hemberî daxuyaniya Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Fatma Şahîn a ku digot, em jî bûne mudaxilên doza E.A. û got, “Em mudaxiliya wan ji doza N.Ç. dizanin! Bi pakderxistina tecawizkaran me dît bê çawa dibin mudaxil!"
DIVÊ TAVILÊ TECAWIZKAR WERIN GIRTIN
SKM’ê destnîşan kir ku ew destûr nadin ev doz jî bibe weke ya N.Ç. û wiha hat gotin, “Heya ku 8 leşkerên tecawizî E.A kirine bên darizandin û tevayî kesên berpirsiyar hesab bidin em ê têkoşînê berdewam bikin.” SKM, got ku xwestine tecawizkar werin darizandin, nepenîbûna li ser dosyayê were rakirin û pêvajoya lêpirsînê bi awayekî aşkera bi raya giştî re were parvekirin.
JI SKM'ê JI BO MEŞÊ BANGAWAZÎ
Ji aliyê Platforma Jinan a Amedê ku pêkhateyeke SKM'ê ye, di 24 Hezîranê roja duşemê saet 18.00'an de ji Qada Îstasyonê ya Amedê heya Kolana Hunerê wê bi meşekê bûyera tecawizê ya li Amedê rû da were protestokirin. Meclîsên Jinan ên Sosyalîst ji bo beşdariya civînê bang li gel kir û got, "Em bi beroş, pêpîk û tilîliyên xwe dengê xwe bilind bikin, em bang li gelê Amedê û tevayî raya giştî dikin da ku li hemberî şîddeta li ser jinê, tacîz û tecawizê bêdeng nemînin.”