Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Sîwana jinên rêxistinbûyî: Kongreya Star

Kongreya Star ku sala 2005'an ji aliyê jinên li Rojavayê Kurdistanê ve bi navê Yekîtiya Star hîmên wê hatin danîn, ji sala 2016'an û pê ve bû sîwana hevpar a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Jinên li Rojavayê Kurdistanê sala 2005'an xwe bi rengê xweser bi rêxistin kirin. Yekîtiya Star heta sala 2016'an dewam kir. 15'ê Çileya 2016'an di Kongreya Asayî ya 6'emîn de navê xwe kir Kongreya Star. Kongreya Star jî di demeke kurt de bû sîwana hevpar a jinên li gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Yekîtiya Star, beriya şoreşa li Rojava li dijî polîtîka û nêzîkatiyên zordar ên zîhniyeta bi serweriya mêr a rejîma Baas, bi biryardarî xwe li nava jinan bi rêxistin kir. Li gel her cûre zextên rejîma Baas ti carî dest ji têkoşînê berneda.

Yekîtiya Star bi beşdariya 65 jinan li gundê Emisê yê Qamişloyê kongreya xwe ya 2'emîn li dar xist û bi tecûbeya ji salan pêşengî ji şoreşê re kir. Heta destpêkirina pêvajoya şoreşê xwe bi rengekî îllegal li nava civakê birêxistin kir û bi şoreşê re bû rêxistineke rewa ya gel û fermî bû. Di pêvajoya şoreşê de jî ji bo birêxistinkirina jinên pêşengiyê ji şoreşê re dikin û di birêxistinkirina şervanên jin de bi rola pêşengiyê rabû. Kir ku bi hezaran jin tevlî karên civakî û siyasî bibe.

SÎSTEMEKE JINÊ YA XWESER HATE AVAKIRIN

Karên tevgera jinê li Rojavayê Kurdistanê bi avabûna Yekîtiya Star dest Pê kir û bi Kongreya Star jî bênavber dewam dike.

Têkoşîna rizgariya jinê ku li Rojava bi tecrûbe û serketinên Yekîtiya Star tê meşandin, bi avabûna Kongreya Star re bêhtir berfireh û dewlemend bû.

Kongreya Star bi rêxistiniyeke siyasî û civakî re ya ku xwe bi xwe organîze dike, li gelek qadên têkoşînê sîstemeke jinê ya xweser ava kir. Modela hevserokatiyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo tevlîbûna wekhev a jinê li her qada jiyanê afirand, bi pêşengiya Kongreya Star li Rojavayê Kurdistanê kete meriyetê.

Sîstema hevserokatiyê di kongreya 5'emîn a PYD'ê de ku sala 2012'an pêk hat, bi rêya Salih Muslim û Asya Ebdullah kete meriyetê.

LI ROJHILATA NAVÎN DIBE MODEL

Kongreya Star ku bi dirûşma "Heta ku jin azad nebe civak azad nabe" ji sala 2016'an ve xwe birêxistin kiriye, li dijî zîhniyeta mêtinger, dewletperest û serweriya mêr, bi feraseta civakeke azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk mezin dibe. Projeya Sûriyeyeke demokratîk û Rojavaya Azad a ji bo jiyaneke azad a bi felsefeya neteweya demokratîk a gelan ji xwe re dike esas. Li dijî avahiya malbatî ya zayendîperest û feodal ku hewl tê dayin li herêmê serwer be, li ser bingeha pîvanên hevjiyana azad, modela malbateke demokratîk pêşkêşî civakê dike. Li dijî feraseta netewe dewletan a ji bo parçekirin û birêvebirina civakan, dûrî ji neteweperestî, mezhebperestî, mîlîtarîst û zayendîperestî, di çarçoveya nirxên aştiyane, demokratîk, xweşbînî û tevlîkar de li ser bingeha xweparastinê hewl dide zîhniyetekê biafirîne. Li şûna feraseta hiqûqê ya li nava qanûnên dewletan hatiye asêkirin, li gorî daxwazên civakan, pêşengiyê ji peymanên civakî yên li ser bingeha exlaqê civakî ji xwe re dike esas. Di modela jiyaneke welê de israr dike ku jin ji siyasetê heta xweparastinê, ji edaletê heta aboriyê, ji tenduristiyê heta hunerê xwe li her qadê û di her mijarê de bi hêsanî îfade bikin. Ji bo vê jî di van hemû mijaran de projeyan dixe meriyetê. Giraniyê dide ser birêxistinkirin, perwerdekirin û xurtirina jinan û ji bo azadî û wekheviyê têdikoşe.

Kongreya Star ku ji bo li Rojhilata Navîn bibe modelek bi biryardarî bi pêş ve diçe, hem li herêmê hem jî li Ewropayê nûnertî vekiriye ku karibe kar bike. Li Başûrê Kurdistanê û Lubnanê jî nûnertiyên xwe hene. Li Ewropayê jî di serî de li Elmanyayê, li Danîmarka, Swîsre, Belçîka û Hollandayê, her wiha li gelek welatên mîna van, xwe bisazî dike.

KOMUN, MECLÎS, AKADEMÎ, KOOPERATÎF Û KOMÎTE

Kongreya Star xwe bi rengê komun, meclîs, akademî, kooperatîf û komîteyan birêxistin dike. Di serî de Komîteya Perwerde û Akademiyan, Komîteya Civakî, Komîteya Siyasî, Komîteya Têkiliyan û Tifaqan, Komîteya Xweparastinê, Komîteya Hiqûq û Edaletê, Komîteya Aboriyê, Komîteya Fînansê, Komîteya Çand û Hunerê, Komîteya Çapemeniyê, Komîteya Tenduristiyê û Komîteya Ekolojiyê bi 12 komîteyan karên xwe birêxistin dike.

Ev komîte ji bo her beşên jiyana civakî birêxistin bike hatin avakirin. Her komîte bi dîsîplîn û sîstemeke xwe ya kar dixebite.

Kar jî li gorî pêwîstiyên hatine diyarkirin tê meşandin.