Siûdî Erebîstan yekem car jinan dişîne olîmpiyatan

Siûdî Erebîstan yekem car jinan dişîne olîmpiyatan

Yek ji welatên cîhanê yên ku di warê maf û azadiya jinê de herî paşketî Siûdî Erebîstan, bo cara yekem di dîroka xwe de tîmek sporvanên jin dişîne opîmpîyatan.

Balyozxaneya Erebîstanê ya li Londonê beriya lîstokên Olîmpiyatê yên ku dê li paytexta Îngilîstanê Londonê bê lidarxistin daxuyaniyek da û diyar kir ku jinên sporvan ên ku li welatê wan bi ser bikevin, dê ji bo lîstokên olîmpiyatê bên hilbijartin û dê nunertiya Erebîstanê bikin.

Li gel ku ev yekem car e ku Erebîstan destûr dide ku jin beşdarî olîpiyatan bibin, li welat jî jin nikarin li cihên vekirî sporê bikin. Tê payîn yek ji jinên ku nunertiya welêt bikin, sporvana hilavêtina dirêj Damla Ruşdî Malhas be.

Balyozxaneya Erebîstan ragihand ku ji bo jinên sporvan bikarin “mehremên” xwe veşêrin, divê kincên guncaw li xwe bikin.

Ev yek jî tê wê wateyê ku dê kincên ji aliyê sporvanên welatên weke Behriyen, Misir û Îranê, dê ji aliyê jinên Siûdî ve jî bên karanîn.