Sinetkirina jinê li Afrîkayê kêm bû, li Rojhilata Navîn zêde bû

Li gelemperiya cîhanê herî kêm 200 milyon jin û zarok dibin mexdûrê 'sineta jinê'. Tê gotin, ev hovîtî salên dawî li Efrîkayê kêm bûye.

Li gorî daneyên Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), li gelemperiya cîhanê herî kêm 200 milyon jin û zarokên keç bûn mexdûrê hovîtiya sinetkirina jinê. Ev hovîtî bi giranî li welatên Afrîkayê û li welatên Rojhilata Navîn bi taybetî li Iraq û Yemenê hate kirin. 44 milyon zarokên kêm 15 salî bûn mexdûrê vê hovîtiyê.

LI ROJHILATÊ AFRÎKAYÊ KÊM BÛYE

Bi saya karên li ser agahdarkirinê, sinetkirina jinê salên dawî kêm bûye.

Li gorî lêkolîneke ku li welatên rojhilatê Afrîkayê hate kirin, rêjeya sinetkirina zarokên keç bi 10 qatî kêm bûye. Li gorî vê yekê, rêjeya sinetkirinê sala 1995'an 71,4 ji sedî bû. Lê sala 2016'an daket 8 ji sedî.

Ev tê wê wateyê ku salane bi rêjeya 7,3 ji sedî kêm bûye.

Li gorî lêkolîna ku li kovara bi navê BMJ Global Health hate weşandin, rêjeya sinetkirina zarokên keç li welatên bakurê Afrîkayê salane 4,4 ji sedî kêm bûye. Li rojavayê Afrîkayê jî 3 ji sedî kêm bûye.

LI IRAQ Û YEMENÊ ZÊDE DIBE

Lê belê di heman demê de li Iraqê ku Başûrê Kurdistanê jî lê ye û li Yemenê rêjeya sinetkirina jinan gelekî zêde bûye.

Li van her du welatan rêjeya sinetkirina zarokên keç sala 1997'an 1 ji sedî bû, lê sala 2013'an bû 15,9 ji sedî.

Heman wextê li welatên herêma navîn a Afrîkayê rêjeya sinetkirinê 0,2 ji sedî zêde bû.

HEWLDANA JI BO AGAHDARKIRINÊ BI BANDOR BÛ

Li gorî civaknas Îsabelle Gîllette, li hin welatan zêde bû be jî, kêmbûna sinetkirina jinê bi taybetî li Afrîkayê, bi saya kar û hewldanên agahdarkirinê ye.

DANEYÊN GELEK WELATAN NÎNE

Tevî ku sinetkirina jinê kêm bûye, tê texmînkirin ku gelke jinên tevlî lêkolînê bûne ji tirsa agahiyê şaş dane.

Di nava lêkolînê de daneyên li ser welatên Hîndîstan, Tayland, Malezya, Endonezya û Îsraîlê yên derbarê sinetkirina jinê de nînin. Lê tê zanîn ku tenê li Endonezyayê bi dehan milyon jin bi zorê hatine sinetkirin.

Sinetkirina jinê li Başûrê Kurdistanê jî gelekî tê kirin. Li gorî daneyên UNICEF'ê, li Hewlêr û Silêmaniyê zêdeyî nîvê jinên 15-49 salî, li Kerkûkê jî 20 ji sedî bûne mexdûrê vê hovîtiyê.