Sînem Mûhammed: YPJ li ser navê hemû jinan têdikoş e
Sînem Mûhammed: YPJ li ser navê hemû jinan têdikoş e
Sînem Mûhammed: YPJ li ser navê hemû jinan têdikoş e
Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mûhammed li Civîna Konseya Jinê ya Polîtîk a Navneteweyî axivî û diyar kir ku DAIŞ gefek li tevahiya jinan e. Mûhammed got, "YPJ li ser navê hemû jinên li Rojhilata Navîn û Cîhanê têdikoş e." Ji Bangladeşê heta Japonyayê jinên ji gelek welatan tevlî civînê bûn, bi peyamên xwe piştgirî dan Kobanê û şervanên YPJ'ê silav kirin.
11. Civîna Konseya Jinê ya Polîtîk a Navneteweyî, di 3-4'ê Cotmehê de li salona Zanîngeha Teknîk a bajarê Elmanya Chemnîtzê pêk hat.
Civîna ku ji aliyê saziya civakî ya sivîl a li Elmanya Courage, Tevgera Jinên Demokratîk li Ewropayê (ADKH), hin partiyên çep û komên cuda yên jinan ve hat organîzekirin û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ jî di koordînasyona wê de cih digire, bi dirûşma "Jin bi hev re hildikişin cihe herî bilind ê cîhanê" pêk hat.
Civîn, ji bo beşdariya li Kongeya Jinê ya Cîhanê ku 5 salan carekê tê lidarxistin, weke civîneke amadekariyê ye.
Di roja destpêkê ya civînê de li ser navê Meclîsa Jinê ya Niederrhein Reingard Kirkouse, li ser navê meclîsa Jinê ya Duisburgê Nîna Duper û li ser navê sendîkaya karkerên Tekstîlê ya Bangladeşê Joly Taluker pêşkêşî kirin. Di roja duyemîn a civînê de jî forûm hatin lidarxistin.
HEVSEROKA MECLÎSA GEL ROJAVA VEGOT
Di civîna ku sernavên mîna Qirkirina Jinê, di mijara mafên jinan de piştevaniya enternasyonal, li dijî tundiyê rêxistinbûyîn hatin nîqaşkirin de Tevgera Jinên Kurd, bi taybetî jî rexistinbûyîna jinê ya li qada parastin-civakî ya li Rojava bû yek ji mijarên bingehîn.
Qirkirina jinê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Başûrê Kurdistanê, Rojava û Rojhilata Navîn tê kirin, di nava mijarên hatin nîqaşkirin de cih girt. Ji Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Songul Talay da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê gefek li tevahiya jinên li Başûrê, Kurdistanê, Rojava û Rojhilata Navîn e.
Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mûhammed jî di axaftina xwe ya li civînê de, der barê modela xweseriyê, rewşa jinan û berxwedana li Kobanê de beşdar agahdar kir.
Sînem Mûhammed bi gotina "Ez niha li vir im lê li welatê min jin bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ne" dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku modela xweser a li Rojava modeleke jinê ya ji meclîsên jinan, navendên perwerdeyê, akademî û malên jinan pêk tê ye.
Mûhammed got, "Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşeke jinê ye. Li gel hemû sedemên xwe yên din DAIŞ ji ber vê sedemê jî bi desteka ji hêzên navneteweyî digire êrîş dike" û bal kişand ser berxwedana YPJ'ê.
Mûhammed got, "YPJ li ser navê hemû jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê têdikoş e" û diyar kir ku li nav refên YPJ'ê jinên ji neteweyên Kurd, Ereb, Asûrî, ola Êzidî, gelek bawerî û gelan, bi hemû nirxên jinê yên dîrokî, şer dikin.
'BÊYÎ PARASTINA CEWHERÎ JIN NIKARIN BIJÎN'
Mûhammed ragihand ku têkoşîna YPJ'ê ji bo tevahiya jinên li cîhanê mînakek tecrûbeyê ye û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Ev vê yekê nîşanî me dide; jin bêyî parastina cewherî nikarin bijîn. Li Rojava navê vê akademiyê jinê, navenda jinê, meclîsên jinê û YPJ ye. Yanî her qada jiyanê qada parastina cewherî ye."
Sînem Mûhammed der barê berxwedana li Kobanê ya ku 20 roj in dewam dike de jî jin agahdar kir.
GEFA DAIŞ'Ê NE DÛRÎ JINÊN EWROPÎ YE
Mûhammed got, "Hûn difikirin ku îro DAIŞ ji we, ji Ewropayê gelekî dûr e. Lê belê ev gef li tevahiya jinan e. Divê êdî li derve (qada navneteweyî) bêdengî nebe. Îro YPG/YPJ parêzvaniya nirxên mirovahiyê dikin."
Axaftina Mûhammed bi çepikan hat pêşwazîkirin. Jinan danê êvarê jî li navenda bajêr, ji bo Kobanê meşeke bi meşale lidar xistin.
MEŞA PIŞTGIRÎDAYÎNA KOBANÊ
Li dû meşê nûnera Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ Songul Talay da xuyakirin ku her çend tê gotin li qada navneteweyî li hemberî DAIŞ'ê koalîsyonek hatiye çêkirin jî, civaka navneteweyî li pêşberî desteka vekirî ya Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî ya ji bo DAIŞ'ê bêdeng e û nerazîbûn nîşanî vê rewşê da.
Talay bang li tevahiya jinên li Ewropa û Cîhanê kir ku piştgiriyê bidin jinên Kobaniyî.
LI SER NAVÊ KONSEYÊ ŞERVANÊN YPJ'YÎ HAT SILAVKIRIN
Gabi Gärtner li ser navê Konseya Jinê ya Navnetewewî axivî û bi bîranîna şervanên YPJ'ê yên di şerê li hemberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, dest bi axaftina xwe kir. Gärtner got, "Ez her kesên niha li wir berxwedaneke mezin nîşan didin, bi rêzdarî silav dikim. Em ji vir dibêjin ku ew ne bi tenê ne. Li dû vê berxwedana mezin em israra di dewamiya qedexekirina PKK'ê ya li Elmanyayê de rexne dikin, bazirganiya çekan a bi welatên destekê didin DAIŞ'ê re şermezar dikin û soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya hemberî vê mezin bikin."
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Piştevaniya Enternasyona", "DAIŞ ji Kurdistanê bicehime", "NATO fînanse dike, Tirkiye û DAIŞ bombe dike", "Berxwedana YPG/YPJ" hatin qîrîn.
11. Civîna Konseya Jinê ya Polîtîk a Navneteweyî wê îro bi weşandina danezana encamê re bi dawî bibe.