Şervanên YPJ’ê sînorê Rojavayê Kurdistanê diparêzin
Şervanên YPJ’ê sînorê Rojavayê Kurdistanê diparêzin
Şervanên YPJ’ê sînorê Rojavayê Kurdistanê diparêzin
Li Dêrikê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) qereqola li ser sînorê Îraqê bi hêza xwe ya xweser birêve dibe. Şervanên YPJ’ê anîn ziman ku, ew amadene bi îradeya netewî erkê xwe yê parastinê bikin.
Li Rojavayê Kurdistnê jina Kurd ku di nava hemû saziyên civakî, siyasî û leşkerî de cihê xwe girt, xwe di beşên leşkerî de di nava Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) birêxistin kir.
Yekîneyên YPJ di hemû qadên Rojavayê Kurdistanê de parastina nirxên gel dikin. Niha jî Yekîneyên YPJ parastina sînorê Rojavayê Kurdistanê dike û qereqolek li herêma Dêrikê ku li ser sînorê Îraqê ye dike. YPJ bi alîkariya jinên di nava YPG’ê de êdî sînor bi awayekî xweser diparêze û yekem qereqola sînor ku tenê YPJ li ser parastina wê radiweste.
Şervana YPJ’ê Canda Cûdî (21) diyar kir ku, ew sînorê Rojavayê Kurdistanê diparêzin û got: “Me di Konferansa xwe yekem ku li Dêrikê hate lidarxistin de biryar stand ku em herêmên xwe biparêzin. Niha jî em amadene, em wek jinên ciwan bi îradeyek netewî erkê xwe yê parastinê bikin.”
Şervana YPG’ê Hesret Cûdî (22) salî jî bal kişand ser rola jinê di nava şoreşê de û bi taybet ji aliyê leşkerî ve û got: “Jinên Kurd hebûna xwe ya di nava şoreşê de ji her kesî re diyar kir û dê li ser rêya azadî û demokrasiyê tekoşîna xwe bidomîne.”