Sema û Zîlan li Dêrikê hatin bîranîn
Sema û Zîlan li Dêrikê hatin bîranîn
Sema û Zîlan li Dêrikê hatin bîranîn
Gerilayên PKK'ê û têkoşerên jin Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuce ku li hemberî êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn, di salvegera jidestdayîna jiyana xwe de li Dêrikê hatin bibîranîn.
Bi armanca bîranînê li Navenda Zanist û Perwerdehiya Jinê ya Dêrikê ji aliyê Yekîtiya Star ve civînek hate lidarxistin. Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Hevseroka Meclisa Gel a Dêrikê Perwîn Miheme axivî û herdû têkoşerên jin bibîr anîn, her wiha berxwedan û têkoşêna wan silav kir.
Mihemed wiha got: "Şehîd Sema li dijî hemû awayên îxanet û komployên li dijî tevgera azadiyên liberxwe da, li girtîgehê bedena xwe da ber agir û di 17'ê Hezîrana 1998'an de tevlî karwanê pakrewanan bû."
Di civînê de nameya Zeynep Kinaci ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li dijî leşkerên tirk li bajarê Dêrsimê çalakiya întîxarî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, hate xwendin. Civîn bi xwendina helbestên li ser herdu têkoşeran hatine nivîsandin, hatin xwendin.