Saziyên jinan ên li Ewropa jî piştgirî didin HDP’ê

Sazî û dezgehên jinan ên Kurdistnî û Tirkiyeyî yên li Ewropa xebatan dikin, bi daxuyaniyekê ragihand ku wê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgirî bidin HDP’ê.

Sazî û dezgehên jinan ên Kurdistnî û Tirkiyeyî, li bajarê Kolnê bi daxuyaniyeke çapemeniyê anî ziman ku wê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgirî bidin HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), Jina Nû, Cîhana têde bê Jîyîn, Tevgera Jinên Demokratîk ên Ewropa (ADKH), Ji Meclîsên Jinan ên Ewropa SYKB jî di nav de 38 sazî û dezgehên jinan li hev kom bûn. Rêxistinên jinan ragihandin ku wê piştgirî bidin HDP’ê û 38 rêxistinên jinan daxuyaniya ku amade kirî ji aliyê nûnera Cîhana Têde Bijîn Çîgdem Devran ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo jin ji vê desthilata faşîzmê re bêjin raweste li ber xwe didin û têkoşînê dike û ev tişt hate gotin: “Dîktator her roja ku diçe li beramberî têkoşîna gel a bi israr a azadiyê têk diçe, her ku diçe winda dike. Li dijî vê hişmendiya qirker û talanker hêza ku herî zêde dengê xwe bilind dike jin in. Jin ji vê desthilata mêrsalarî re dibêje ‘RAWEST E’.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Tifaqa Erdogan û Bahçelî êrîşî daxwazên demokrasî, azadî û wekheviy ya gelên Tirkiyeyê dike. Îro dixwazin bi lez vê faşîzmê bi sazî bikin. Her cûre biryar ji aliyê ‘Yek kesî ‘ve tê dayîn. Meclîs bê bandor kiriye, hiqûq nemaye. Welat bi Rewşa Awerte û BHQ’ê tê birêvebirin. Muxalefta demokratîk û siyaset di bin zextên cidî de ye. Her dengê cihê li girtîgehê bi encam dibe. Şideta li ser jinê dîsa destdirêjî û destavêtin li ser jinê her ku diçe zêde dibe. Ne mafê rojnameger, ne jî mafê karker û jinan maye. Qirkirina li ser Kurdan gihiştiye asta herî jor.”

Ev hemû kiryar dide nîşandan ku divê Tirkiye di warê civakî û siyasî de demokratîk bibe. Divê li dijî vê faşîzmê têkoşîneke civakî û siyasî bê dayîn. Serxistina vê erkê me jinan e. Ji ber ku têkoşîn jinan mezin dike. Azadî bi jinan dibe.”

DAXWAZÊN 38 SAZIYÊN JIYAN

Sazî û dezgehên ku ragihandin ku wê piştgiriyê bidin HDP’ê û Demîrtaş, daxwazên ji bo piştgirîkirina HDP’ê wiha rêz kirin:

*Ji ber ku li her qadê, çi li mal, kolan, qadên civakî, siyaset, qadên rêxistinî, mekanîzmên xebat û rêveberiyê de li ser hîmê wekheviyê esas digire,

*Ji ber ku li dijî sîstema mêrsalarî, siyaset û pêkanînê wê, dîsa şideta li dijî jinê bi hemû awayî têkoşîn dike, bidawîkirina zayendperestiya jinê û parastina canê,

*Rakirina astengiyên li pêşiya karê jinê, derbaskirina newekheviya wê, dîtina karê wê û xebata wê ya malê, parastin û bidestxistina mafê civakî yê jinê,

*Li dijî sepandinên yekparêzî,ji bo jiyaneke civakî ku xwe dispêre wekheviya cihêtiyê,

* Di qada civakî de ji bo her kesê edalet, jiyaneke bi demokratîk ji bo her kesê,

*Demokrasiya ku newekheviya ku di her astê de ji holê rakirin, jiyaneke pir olî, netew û nasnameyên cihê,

*Ji bo rakirina hejarî, dahata jiyanî, bêkarî, wekheviya herêmî û bi dawîkirina her cûre mêtîngeriyê,

*Destûreke Bingehîn ku xwe dispêre demokratîk, wekhev, civakî,azadiya jinê, laîk, ekolojî ya mafê welatîbûnê,

*Rakirina zextên li ser çandên cuda, nasname, zimanê dayikê û baweriyên cihê, mafê wekhev ê bawerî û gelan, naskirina mafê welatîbûn û azadiyê li ser bingehê Destûreke Bingehîn,

*Li ser Bloka Kedê û Demokrasiyê têkoşîn bilindkirin, ji bo azadî, wekhevî, siberojê, ji bo hemû destkefî û destkefiyên nû bi dest bixin, destek bidin HDP’ê.

SAZIYÊN KU DAXUYANÎ ÎMZE KIRÎN

1- Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E)

2- Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropa (SKB)

3- Jina Nû

4- Cîhana Têde Bêjîn

5- Tevgera Jinên Demokratîk ên Ewropa (ADKH )

6- Meclîsa Jinên Ewropa SYKB

7- Yekbûya Jinên Federesyona Elewiyên Demokratîk

8- Tevgera Jinên Êzidî

9- Însyatîfa Jin a Tevgera Îslamî Kurdistan

10- Yekbûya Jinan a Kurdên Anatoliya Navîn

11- Buroya Aştiyê ya Jinên Cenî

12- Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd ên Navneteweyî

13- Yekîtiya Jinên Elmanya (YJK-E)

14- Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsre

15- Tevgera Jinên Kurd ên Fransa

16- Yekîtiya Jinê ya Sara Swêd

17- Meclîsa Jinan a Sêvê ya Kopenhag

18- Meclîsa Jinan a Bêrîtan a Bruksel

19- Liege Ronahi Kadın Meclisi

20- Meclîsa Jinan a Slava ya Anvers

21- Meclîsa Jinan a Ronahî ya Den Haag

22- Komuna Jinan a Rojbîn a Amsterdam

23- Meclîsa Jinan a Fatoş Soglamgoz a Arnhem

24- Komeleya Jinên Kurd a Danimarka

25- Însyatîfa Jinan a Norweç

26- Însyatîfa Jinan a Finlandiya

27- Meclîsa Jinan a Roj a Londra

28- Komeleya Jinan a Avesta a Viyana

29- Însyatîfa Jina Kurd a Yunanistan

30- Însyatîfa Jina Kurd a Qibris

31- Însyatîfa Jina Kurd a Sydney û Melbron

32- Komeleya Jinên Kurd a Toronto

33- Însyatîfa Jinan a Hewldana Gurgumê (Mereş)

34- Komîsyoyan Jinan a Kom Alxas-Kistik (Londra)

35- Komîsyona Jinan a Komeleya Piştgirî û Çandê ya Kaşanlilaran (Londra)

36- Ji Navenda Piştgiriyê ya Kirkisra a Jinan (Londra)

37- Jinên Paz-DER’î

37- NAV-DEM