Saziya Jinan a Danîmarkî ji Serokwezîr re name nivîsand

Saziya Jinan a Danîmarkî ji Serokwezîr re name nivîsand

Berdevka saziya jinan Kvinderåd Trine Porret Randhal Larsen ji Serokwezîra Danîmarkayê Helle Thorning-Schimidt re nameyeke vekirî nivîsand û got, "Jinên li wir, di nava şert û mercên herî zehmet de hewl didin zarokan bînin dinyayê. Û dîsa baş dizanim ku hin jin û zarokên keç bi qasî ku xwe bigihînin kampeke penaberan bi şens nebûn. Mixabin ew ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin û îro li bazarên koleyan tên firotin." Larsen ji hikûmeta Danîmarkayê xwest, ji bo jin û jinên ciwan bernameyeke cuda ya alîkariyê bide destpêkirin.

Jinên Kurdistanî yên li Danîmarkayê dijîn, bi saziyeke jinan a Danîmarkî Kvinderåd re civînek lidar xist û mijarên; êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê ku ji 15'ê Îlonê û vir ve tê kirin, rewşa mirovên li kampan dimînin û alîkariya ji bo wan, nirxandin. Li dû civîna ku der heqê rewşa li Kobanê, Şengal û Mexmûrê de rapora agahdarkirinê hat pêşkêşkirin de, berdevka Kvinderåd ji Serokwezîra Danîmarkayê Helle Thorning-Schimidt re nameyeke vekirî nivîsand. 

Berdevka Kvinderåd Trine Porret Randahl Larsen bibîr xist ku Meclîsa Danîmarkayê duh tezkereya ji bo Danîmarka balafir û leşkerên xwe tevlî koalîsyona li dijî DAIŞ'ê bike û di operasyonan de cih bigire qebûl kiriye û got, "Ez ji we, ji hikûmeta we û endamên din ên meclîsê dixwazin kuk ji bo bi deh hezaran jinên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji cih û warên xwe bûne û li kampên penaberiyê di bin şert û mercên giran de dijîn, bernameyeke alîkariyê ya însanî ya taybet bidin destpêkirin."

Berdevka Kvinderåd Larsen da xuyakirin ku ew gelekî baş dizanin pêwîstiyên tibbî yên jinên li wir nayên bersivandin û got, "Şert û mercên herî zehmet ên hûn karibin lê bifikirin, îro ji aliyê jinên li wir ve tên jiyîn. Di nava şert û mercên gelekî zehmet de hewl didin zarokan bînin dinyayê. Û dîsa baş dizanim ku hin jin û zarokên keç bi qasî ku xwe bigihînin kampeke penaberan bi şens nebûn. Mixabin ew ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin û îro li bazarên koleyan tên firotin. Em dizanin ku çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî rêk û pêk tundiyê li jinan dikin û dest diavêjin wan.

Di raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi awayekî vekirî hatibû gotin ku çeteyên DAIŞ'ê jin û jinên ciwan weke koleyên seksê bikar tînin û zarokên mêr jî di şer de bikar tînin."

Larsen bibîr xist ku Konseya Ewlekariyê ya NY beriya 14 salan giştînameyek bi sernavê "jin, azadî û ewlekariyê" weşandiye û di nameya xwe de cih da van gotinên sekreterê hingî yê NY Kofî Annan: "Me destnîşan kir ku eger em dixwazin aştî û aramî pêk were û mayînde bibe, divê jin û mêr di asteke wekhev de bibin xwedî erka biryardayînê. Ji her kesên li vir amade ne rica dikim, ku ji bo bicihanîna van biryaran hemû hêza xwe bikar bînin. Yanî ji bo parastina jinên di nava şer û pevçûnan de mane, çi ji destê we hat bikin. Rê li ber darizandina kesên tundiyê li jinê dikin, vekin. Pêşî li wan vekin ku di rewşên wergirtina biryarên ji bo aştî û ewlekariya jinê de, mafên qanûn ji wan re nas dike bikar bînin û bibin sedem ku ew jî di asta mêr de karibin nêrînên xwe bînin ziman."

Larsen ji Serokwezîra Danîmarkayê Helle Thorning-Schimidt xwest, ku vê hurmetê nîşanî mafên jinan bide.