Saziya çavdêriya mafê jinan li Başûrê Kurdistanê hat sazkirin

Saziya çavdêriya mafê jinan li Başûrê Kurdistanê hat sazkirin

Li Bakûrê Kurdistanê li dijî tundiya li hemberî jinan ji aliyê Desteya Wezîran ve saziyek ji bo çavdêriya mafê jinan hat sazkirin. Ev saziya ku dê bi taybet li hemberî cinayetên namûsê bixebite, serokatiya wê Pexşan Zengana dike.

Serokezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî beşdarî civîna yekemîn a saziyê bû, daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê ji niha pêve li dijî tundiya li ser jinê û bi taybet jî li dijî cinayetên namûsê têbikoşin.

Barzanî der barê pêşîlêgirtinên li hemberî kuştinên namûsê de jî agahiyan da. Barzanî diyar kir ku tu kesên ku cinayetên namûsê pêk tînin, bi tu awayî di çarçoveya makeqanûnê de li ber tu efûyan nakevin û got ku tu têkiliya van kuştinan bi ol û baweriyan re tune ye.