Sarya: Ji jina azad ditirsin

Endama Komîteya Jineolojiya Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Armanc Sarya diyar kir ku qetilkirinên jinan ên di demên dawî de zêde bûne di dema AKP’ê de gihiştiye asta herî jor.

Endama Komîteya Jîneolojiyê ya PAJK’ê Armanc Sarya diyar kir ku qetilkirinên jinan ên di demên dawî de zêde bûne di dema AKP’ê de gihiştiye asta herî jor. Sarya got ku ev komkujiyan nirxên civakî yên  exlaq û wijdanê têk biriye û wiha got: “Feraseta exlaqê ya ku behs dikin jî di her alî de çewisandina jinê ye. Kenê jinê jî wek hêmaya tahrîkê û bêexlaqiyê dibîninin. Li ser jinê der barê tiştê wê de ji jiyana wê heta zarokên wê  ti sazbûneke ku bi xwe re mudaxaleyê û biryar girtinê bigire tine.

Sarya ku komkujiya jinê ji ANF’ê re nirxand, pirsa ‘Zîhniyeta ku li Meclisê hewl da li jinê bixe wê çawa li dijî zîhniyeta ku qetilkirina jinê derkeve? Pirsî û got ku dersa herî baş a divê ji bûyera Ozgecan Aslan derkeve ev e ku hewcedarî bi parastina cewherî heye.

Sedema zêdebûna qetilkirinên jinan ên demên dawî çi ne?

Qetilkirina jinan bi salan e pirsgirêkeke ku di nava civakê de tê jiyîn. Bi salane ger civaka Tirkiyeyê bê destgirtin, li dijî jinê şîdet, kuştin, taciz û tecawiz tê jiyîn. Fikra serdest a mêr di salên dawî de zêdetir tê jiyîn. Dema mirov li civakê dinêre, zayenda civakî her diçe kûr dibe. Hem di qada polîtîk de û hem jî li ser jinê desthilatdarî tê avakirin. Civaka Tirkiyeyê her diçe zêdetir xizan dibe. Di nava vê de yê herî zêde xizan dibe jin e. Keda jinê tê mêtin. Ev jî koletiya jinê ya klasîk kûrtir dike. Ev li her qadê tê kirin. Ez wisa difikirin ku di vê mijarê de li dijî civakê polîtîkaya şer ya taybet tê meşandin. Pergal bi xwe zemîna vê ava dike. Ne wek kes, dema mêr wek pergal bê destgirtin mîsyonek hatiye barkirin. Dema mêrê bi hêz, biaqil, otorîte û her tişt bi wî re hat afirandin, li  hemberî wê jî jina bêçare, qels, hewceyê mêr û nekare çareseriyê biafirîne hat avakirin. Li aliyekî çapemenî êrîşî jinê dike. Civaka Tirkiyeyê bûye civaka rêzefîlman. Dema rêzefîlmek tê temaşekirin, mêrek jinê çawa direvîne, çawa lêdixe, çawa tecawiz dike, çawa lê heqaretê dike bi awayekî taybet tê dayîn. Civak 24 saetan di bin bomberarana vê de ye. Tîpeke jinê ya ku ji her cureyê êrîşê re vekiriye heye. Pergal jinê bi her awayî bê parastin dihêle. 

Di zêdebûna qetikirina jinan de têkiliya polîtîkayên AKP’ê hene yan na?

Bêguman. Hikûmeta AKP’ê rêgezên kapîtalîzmê pir baş bikar tîne. Rêbertiya me ji bo AKP’ê wiha gotitbû; ‘partiya bazirganiyê ye’. Qadeke ku rêbazên exlaqî û bazirganî tê binpêkirin e. Qesta min ne aborî ye, zîhniyeta wê di vî alî de ye. Dema mirov AKP’ê bi pîvanên demokratîk binirxîne, aliyê herî dij-demokratîk ên Tirkiyeyê temsîl dikin. Ew bi xwe îmajek sivîl diafirîne lê di esas de ji artêşa Tirk zêdetir kujere, aliyê ku herî zêde şîdetê pêk tîne ye. Yek ji aliyên herî xeter ên AKP’ê ev e. Xwe bi Îslama nerm îfade dike û aliyê ku herî zêde neteweperestiya Tirkiyeyê derdixe holê ye. Avabûneke di vê zîhniyetê de îfadeya wê ya li dijî jinê qetilkirin e. Di vî alî de di dema AKP’ê de kuştinên jinan derket asta herî jor. Ev qetilkiririn gelek nirxên civakî têk dibe. Feraseta exlaqî ya ku behs dikin, di her qadê de çewisandina jinê ye.  Kesê jinê wek hêmaya tehrîkê dibînin û wek bêexlaqbûnê dibînin. Avabûneke ku li ser jinê der barê her tiştê wê de ji hejmara zarokên wê bigire heta biryargirtinê de avabûnek wisa tine.

Zîhniyeta ku li meclîsê li jinê dixe wê çawa li dijî qetilkiririna jinê derkeve?

Hûn sekna Wezîra Polîtîkaya Malbat û Civakî ya AKP’ê Ayşenûr Îslam di cînayeta Ozgecan Aslan û giştî li dijî qetilkirinên jinan çawa dinirxînin?

Di vê wezaretê de jin jî cih bigire, ez wisa difikirim ku ew ji wê zîhniyetê qut nebûye. Wek kes, wek wezîr di vê mijarê de nekare hêzê bîne. Dewlet bi xwe ji koletiya jinê re zemînê ava dike. Li dijî avabûneke ku ji van qetilkirinan re zemînê ava dike, di nava bendewariyê de mayîn, li gorî min zêdet tiştekî nayine. Divê civak ji vê re bêje êdî bes e. Wezaretek dewletê nekare çareseriyê bîne û ev jî li holê ye. Jinên li stargehan veşarî dijîn û tên çewisandin. Em axaftinên wan dişopînin. Gotinên trajîkomîk hene. Wezîr polîtîkaya malbat û civakî dema diçû mala Ozgecan Aslan got ku ew ji bo girî hatiye vir. Lê ev ne daxuyaniyeke ku wezîr bike. Ti li wir nekarî bigirî. Mirov ji te çareseriyê dixwazin. Ew bi xwe ji nekare çareseriyê pêk bîne. Jineke li dijî vê xwe di AKP’ê de cih nagire. 

Li gorî we li dijî jinê polîtîkaya tirsê heye?

Bêguman heye. Weke ku civak hemû cînawir e nîşan didin. Aliyê wê yê din jî ev e ku ev nûçe bi dîmenên şîdetê yên bi xof tên temaşekirin. Jinên van nûçeyan temaşe dikin di bin bandora wê de dimînin? Bi jinan re hewl didin vekişînê çêbikin. Ji ber ku piranî jinên tên qetilkirin, ji ber ku xwestine li ser lingê xwe bisekinin. 

Piştî qetilkirina Ozgecan Aslan, di rojeva AKP’ê de pêşniyara darvekirin û hadim heye. Ev pêşniyar li gorî we çiqas çareseriyê tîne?

Pirsgirêk ji ku derketiye divê çareserî di wir de bê lêgerînkirin. Çavkaniya sereke jî ji zîhniyetê destpê dike. Çareserî jî divê ji vir de destpê bike. Tişta ku divê bê kirin; Divê hêmaya koletiya jinê bê şikandin.  Ev pirsgirêka koka wê ya ku xwe dispêre salan heye. Jiyana wê bi hezaran salan berê hat texrîbkirin. Di civakê de di her qadê de hilberandina çareseriya vê girîng e. Bi şîdetê bersiv ji bo şîdetê dayîn çareseriyê nayine. Di encamê de ti bi rêbazên wê bersivê dide. Ev lîstikekek lîberalîzmê ye. Ev tê wateya ku mirov dişibin wê û ev di alî darvekirinê de jî wisa dibe.  Li gorî min nîqaşên darvekirinê siyasî ne. Li pişt vê niyetên xerab û cuda hene.

Di civakê de jina rastî taciz û tecawizê hatiye her tim sûcdar e? Civak çima xwedî helwestek wisa ye?

Mexdûriyeta jinê her tim berevajî tê nîşandan. Rasterast nayê gotin jî esas ev tê gotin; ‘Mêr li vir ne sûcdar e’. Di gelek tiştî de jin, mêran tîne vê astê. Di esas de ji bo ser bûyerê bigirin, weke ku di vê mijarê de tiştek tine nîşan didin. Ez vê ji hişê mêr ê serdest cuda nagirim dest. Ji ber ku jina li pêşberî xwe wisa dibîne. Her tiştê jinê ji bo mêr e. Xweşikbûn, qail û keda wê ji bo mêr hatiye afirandin. 

Wek mîlîtanek PAJK’ê pêşniyarên we yên çareseriyê çi ne? Jin divê çawa têbikoşe, çawa xwe rêxistin bike, çawa xwe biparêze?

Hewcedariya jinê bi parastina cewherî heye.Ji bo xwe û civakê biparêze ji bo demokratîkbûna civakê û azadiya jinê xwe divê parastina xwe ya cewherî ava bike. Ev çawa dikarin pêk bên, li ser rêxistina jinê pêkan e. Niha zemînek wisa heye. Qetilkirina jinê civaka Tirkiyeyê û Kurdistanê rakir ser piyan. Mirov bi aşkera vê dibêjin; ev rewş nayê qebûlkirin. Bi hezara bûyerên bi vî rengî hene lê carinan yek reaksiyonên wisa diafirîne. Tenê afirandina rojevê têr nake. Divê civak sar nebe, bêdeng nebe. Di vê bûyerê de ne tenê bertekên jinan ên mêran jî derketin holê. Serhildanek kolektîf derket holê. Tirk Kurd ji hev nayê veqetandin. Ji ber ku tiştên ku jinan jiyane hevpar in. Di her tiştê hatiye jiyîn de cudahiya nîjad, olê tine. Hinek çareserî hene, demdirêj in. Di carekê de nabin. Çavkanî û karektera sereke ya civakê li ser azadiya jinê ye. azadiya jinê li ser azadiya civakê ye.