Saray Guven li Baselê hate bîranîn

Saray Guven a ji Dersîmê, ku li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate kuştin, li Baselê hate bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî ve hate organîzekirin û gelek jin tevlî bûn.

Nûnerên Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê, gelek rêxistinên jinan û rêxistinên jinên sosyalîst beşdarî merasîmê bûn. Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Bi navê Meclîsa Jinê ya Ronahî, rêxistinên jinan ên Swîsreyî û rêxistinên jinên sosyalîst, axaftin hatin kirin. Qisekeran, komkujiyên li jinan tên kirin şermezar kirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" qîriyan.

Di dawiya merasîmê de, sînevîzyonek ji wêneyên Saray Guven hate nîşandan.