BI DÎMEN

Endamên YJK-S'ê çalakiya hevgirtinê li dar xistin

Endamên jin ên YJK-S’ê ji bo hevgirtina jinên Efganistan, Îran û Şengalê li Aarauyê stand vekirin.

PIŞTGIYA JI BO JINÊN EFGANÎ

Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi armanca xwedîderketina li jinên Efganistan, Îran û Şengalê li navenda kantona Aarauyê stand vekir. Endamên Navenda Civaka Kurd a Aarauyê jî piştgirî dan çalakiyê. Jinan belavok belav kirin, têkildarî zehmetiyên jinan agahî dan welatiyan û banga hevgirtinê kirin.

Li aliyê din gelek jinên Swîsreyî serdana standê kirin û bal kişandin ser girîngiya hevgirtinê.

Endama YJK-S'ê Rûken Demîr bal kişand ser jinên hatin darvekirin, qetilkirin û bi zextan re rû bi rû dimînin û got ku divê berxwedan mezin bibe. Demîr diyar kir ku li Efganistan, Îran û gelek cihên din jin li derveyî jiyanê tên hiştin û destnîşan kir ku çareserî bi têkoşîna jinan a rêxistinbûyî pêkan e.

Piştî daxuyaniyê bê navber dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" berz kirin.