Rûniştina doza N.K. taloqê 8’ê Tîrmehê kirin

Rûniştina doza N.K. taloqê 8’ê Tîrmehê kirin

Rûniştina doza N.K. a 13 salî ya li navçeya Farqînê ya Amedê hate revandin û rastî tecawizê hat li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hat dîtin.

4'emîn rûniştina doza N.K. a sala par li navçeya Farqînê ya Amedê rastî tecawiza R.Y. hat li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran ê Êlihê hate dîtin. Di rûnşitinê de R.Y. ê ku bi îdîayên "îstîsmara zayendî ya zarok" û "zarok girtin û ji astengkirin" girtî tê darizandin tevlî rûniştinê bû. Di rûniştinê de parêzerên N.K. Ruşen Seydaoglu û Seçîl Erpolat, Navenda Jinan a Ceren, EPÎDEM, DÎKASUM, Komeleya Jinan a SELÎS, Komleya Jinan a Ceren, KADEM, Navenda Jinan a MEYA, Kooperatîfa Jinan a Rezan, Mala Jinan a Kardelen, Navenda Jinan a SELÎS a Êlihê, Navenda Jinan a Nujîn a Bîsmîlê, Navenda Jinan a Jînwar a Çinarê û gelek kesên din tevlî rûniştinê bûn. Parêzerên N.K. daxwaz rapora temen a zanistî kirin û xwestin girtina R.Y.berdewam bike. Di rûniştinê de rapora N.K. ya piştî bûyerê li Zanîngeha Dîcleyê hate darmankirin hate pêşkêşkirin. Parêzerê R.Y. jî xwest ku muwekîlê wî bêyî girtî bê darizandin. Bersûc R.Y. jî got; "Ez rapora hatî qebûl nakim. Ez îfadeyên xwe yên berê dubare dikim." Heyet dadgehê ji bo temenê N.K. bê tesbîtkirin biryar da û ligel vê yekê biryara girtina bersûç berdewam bike da û rûnşitin taloqî 8'ê tîrmehê kir.

PIŞTÎ RÛNŞITINÊ DAXUYANÎ

Piştî daxuyaniyê li ser navê saziyên jinan Xebatkara SELÎS'ê Sohbet Arslan daxuyanî xwend û wiha got: "Lêpirsîna hiqûqî ya piştî îstîsmara ewil a îsîtîsmara bi dehan zilamên din hêj bi dawî nebû ji bilî parastina zilam tiştkî din nîn e. Cînayeta jinan eyba civakê ye. Zagonên heyî ji bo jinan biparêzin têrê nakin. Ev qirkirina jinê ye."