Rûmetê li ser serê xwe dihêle

Hevala wê Sîbel Çapraz, got Şukran Aydin hevrêya  wan hevrêyan e ku rûmetê li ser serê xwe datînin, hevrêyê wan e ku ew çend ji jiyanê hez dikin dikarin di ber de jiyana xwe bidin.

Sîbel Çapraz ku dema endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a DBP’ê bû hêzên Tirk ew birîndar kiribûn û bêyî ku were tedawîkirin hatibû girtin, diyar kir Şukran Aydin ku pê re di heman koxuşê de maye, hevrêyeke bê dudilî ye. Çapraz diyar kir li girtîgehê yê ku mirov li ser piyan dihêle piştevanî, parvekirin û hevrê yî ye, tecrîd jî li ser tinekirina van helan ava bûye û bal kişande ser mafdariya berxwedanê.

Sîbel Çapraz behsa Şukran Aydin kir ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê ji 30’ê Nîsanê û vir ve di greva birçîbûnê de ye. Çapraz dema ku endama Meclîsa Giştî ya Colemêrgê ya HDP’ê bû, 27’ê Mijdara 2015’an li Geverê polîsan ew birîndar kir. Bêyî ku tedawiya wê were kirin Çapraz hate girtin. Çapraz bi mehan bi Şukran Aydin re li heman koxuşê ma. Çapraz bi nameyekê behsa Aydin kir. Nameya Çapraz wiha ye:

ZANÎN JI XWE RE KIRIBÛ RÊBER

‘’Em hevala Şukran bi navê Serhildan dizanin. Heval û hevrêyeke hêja ye Serhildan, ku weke navê xwe li ber neheqiyê serî natewîne, serî radike û di ber vê de jiyana xwe daye têkoşînê. Dema ku 3 mehan bi halekî birîndar, li Girtîgeha Tîpa R’yê ya Menemenê di tecrîdê de bûm û piştre ez birim Bakirkoyê min ew nas kir. Ew jî ji Tîpa L’yê ya Elanyayê hatibû sirgûkirin, em demeke kurt bi hev re man (4 meh) lê miroveke wiha bû gelek tişt kire vê deme û jidil nêzîktêdayîn li hevalan dikir. Ne pêkan bû ku mirov hevala Serhildan tenê bidîta. Tim tiştin bi hinan re par ve dikir û dibû pişt ji wan re. Mînak dema ku li cihê hewastandinê kesek bi tena serê xwe bidîta, di cih de hevrêtî pê re dikir.  Bedena wê biçûk bû lê dilekî wê yê mezin hebû. Çi tiştên xweş hebin pê re hebû, zanîn ji xwe re kiribû rêber. Mîna pirtûkxanê bû. Pir ji parvekirinê hez dikir. Pir xwenda bû û xwe pir pêş xistibû. Çavên wê mîna Mezopotamyayê bûn, çêmên bi çoş çar demsalan mîna biharê bûn. Bi rehetî ew kûrahî dihate dîtin. Ji ber ku li bara her kesî dilgerm bû û bi helwestên hevrêtiyê ev nîşan dide.

LI BIRÎNA WÊ YA KEWIYAYÎ KET

Cara pêşî ya ku bala min kişand, awirên xwe ji ser yê min dida alî. Pêşî ez ji vê şikestim lê dîsa jî min hewl dide ku xwe nêzî wê bikim. Piştî ku çend rojan wiha doma kir, min got, ‘’çima tu ji min direvî?’’. Awirên me hatin ser hev. Tenê bêdeng ma. Êvarî hate odeya ku lê dimam. Ez pir kêfxweş bûbûm, ji ber ku bi wê re tenê mam. Piştre me dest bi civatê kir, ji min re sedema wê got bê ka çima awirên xwe ji ser awirên min dide alî. Te nevê, birînên min li birînên wê diketin û kûr dikir. Yek ji me birîna germ bû yek jê kewiyayî. Kêlî û mekanê ku em anîn cem hev, bi çarçoweya girtîbûna azadî, dîwar hildiweşand û baskên xwe ber bi jiyaneke bêdawî ve berdidan. Hevaleke wiha bû ku derdê hevaleke birîndar pir baş dizanîbû û pir dibû piştevan. Ya ku herî pir bi rewşa hevalên xwe yên nexweş dizanî ew bû. Bi vê çarçoweyê parvekirinên xwe jî kêm nedikir.

RÛMET LI SER SERÊ XWE DATANÎ

Serhildan ji bo ku mirov bimîne rûmet li ser serê xwe hildigirt. hevrêyê wan hevrêyan e ku rûmetê li ser serê xwe datînin, hevrêyê wan e ku ew çend ji jiyanê hez dikin dikarin di ber de jiyana xwe bidin. Li zindanê ya ku mirov li ser piyan digire hevgirtin e, parvekirin e, hevrêtî ye..Dema ku yek ji van kêm dibe, mirov nema dikar bihilmije jî.

TECRÎD ÎXANETA LI MIROVAHIYÊ YE

Tecrîd li ser îmhakirina van sê têgehan e, pergaleke dijî mirov e. Demeke kurt be jî ez vê jiyam. Bi ser de dema ku birîndar bûm û hewceyî alîkariyê bûm. Hişmendiyeke wiha heye ku heman rewşê dubare dide jiyîn. Tecrîd bi taybet li Imraliyê bi giştî li girtîgehên Tirk bi rengekî sistematik tê danîn, li ser girtiyên bi giraniya nexweş jî. Rojekê jî be, saetekê jî be, bêparbûna ji mafên jiyanê îxaneta li mirovahiyê ye. Ên ku vê dikin jî ti caran divê ji xwe re mirova nebêjin. Jixwe girtiyên li girtîgehê didarizînî, bi ser de mirov ji mafên jiyanê bêpar bihêle û ceza bike çiye? Tenê ku li yasayên xwe xwedî derkevin pirsgirêk wê pir kêm bibin, lê nakin.’’