Rûken: Jin pêşenga modernîteya demokratîk e

Endama Koordînasyona PAJK'ê Zêrîn Rûken got, di 8. Civata Giştî ya KJK'ê de li ser rola jinê ya di avakirina neteweya demokratîk de biryarên nû û xurt hatine girtin.

8. Civata Giştî ya Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), di navbera 2-6'ê Îlona 2017'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin. Yek ji delegeyan endama Koordînasyona PAJK'ê Zêrîn Rûken li ser nîqaşên li civata giştî û biryarên hatin girtin, ji ANF'ê re axivî.

Zêrîn Rûken bi bîr xist, ku jin ev demeke dirêj e xwe li dora sîstema konfederal a demokratîk bi rêxistin dikin û hin sernavê mijarên di civata giştî de hatin nîqaşkirin wiha anî ziman:

*Asta ku konfederalîzma jinê gihîştiye, asta ku ji bo gelan û jinan em gihîştine.

*Pirsgirêkên me yên rêxistinî, civakî û zîhniyetê.

*Mijara tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêbertî.

*Mîsyona pêşengiya wezîfeyên şoreşê ya jinên ji PAJK û PKK'ê.

BIRYARÊN GIRÎNG HATIN GIRTIN

Endama Koordînasyona PAJK'ê Zêrîn Rûken anî ziman, ku ev mijarên navborî hatine nîqaşkirin û biryarên girîng hatine girtin. Rûken destnîşan kir, ku wan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke yek ji armancên girîng daniye pêşiya xwe û wiha dewam kir: "Yek ji hîmên bingehîn ên sîstema modernîteya demokratîk ku em hewl didin li dijî modernîteya kapîtalîst ava bikin, perwerde ye. Em ê bi rêya perwerdeyê sîstema konfederalîzma demokratîk ava bikin û bi rêxistin bikin. Ji ber vê yekê Akademiyên Siyasetê divê qada bingehîn a xebatê bin. Biryar hate dayin ku ji bo her beşên civakê kar bên kirin. Ji ekolojiyê heta aboriyê, ji perwerdeyê heta tenduristiyê me ji bo her qadê kar danîn pêşiya xwe."

Zêrîn Rûken diyar kir, ku ji bo pêkanîna şoreşa civakî, ew ê giraniyê bidin ser xebatên perwerdeyê yên ku veguherîna çandî dikin û destnîşan kir, ku wan di vê civata giştî de hê bêhtir soz dane û biryardariya xwe nîşan dane ku mîsyona pêşengiya jinê ya xebatên avakirinê xurtir bikin.

ROLA JINÊN JI PKK Û PAJK'Ê

Rûken da zanîn, ku mîsyona pêşengiya jinên ji PAJK û PKK'ê yên di wezîfeya şoreşê de, rola wan a di birêxistinkirina gelan, jinan û îradeya xwe de bi berfirehî hatine nirxandin û got, "Xebatên civakî yên ku em ê ji bo jinan bimeşînin, divê şênber û stratejîk bin. Di civata giştî de sîstema perwerdeyê û xebatên gelê me hê bi berfirehî hatin nirxandin û derketin pêş. Bi pêngava mezin re ji aliyê stratejîk ve hate piştrastkirin."

DEMOKRASIYA NÛ KAREKÎ HÊSAN NÎNE

Zêrîn Rûken anî ziman, ku di avakirina neteweya demokratîk de pêşengiya jinê diyarker e û wiha dewam kir: "Ji ber ku jin civakîbûna xwe ya nû ava dikin. Di avakirina civakîbûna xwe de, azadiya xwe diafirînin. Dema azadiya xwe diafirîne, sîstem û modelekê pêşkêşî gel, jin, ciwan û her kesên felsefeya Rêber Apo pejirandiye dikin, ku karibin xwe pê bi rêxistin bikin. Haya me jê heye ku ev feraseta demokrasiyê ya nû, ku em diafirînin, karekî hêsan nîne. Ji bo pêşketina çand û zîhniyeta demokratîk, divê em hê bêhtir têbikoşin. Ji ber vê ykeê konfederalîzma demokratîk girîng e. Rola akademî û perwerdeyan mezin e. Nêzîkatiya me ya bingehîn e ku em xebatên zanekirin û perwerdekirina civakê xurtir bikin. Jin, ji bo karibin di nava jiyanê de rê li ber guhertinên şênber vekin, girîng e di nava konfederalîzma demokratîk de cih bigirin."

EM HÎNÎ DÎLGIRTINÊ NEBÛNE, EM Ê HÎN NEBIN

Rûken destnîşan kir, ku ew bi ti awayî tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin û anî ziman, avakirina neteweya demokratîk wê vê tecrîdê bişikîne û Rêberê Gelê Kurd azad bike.

Rûken ragihand, ku di civata giştî de hatiye destnîşankirin, ku bêyî azadiya Ocalan avabûn jî temam nebe û got, "Asta me ya biryardariya di avakirinê de, di heman demê de wê azadiya Rêber Apo pêk bîne. Ji ber vê yekê avakirina neteweya demokratîk, avakirina konfederalîzma demokratîk wê azadiya Rêber Apo pêk bîne. Me dîlgirtina Rêber Apo ti carî qebûl nekir, em ê qebûl nekin. Em hîn nebûn, em ê hîn nebin. Weke biryar û helwesteke girîng, di civata giştî de biryar hate dayin ku bi dirûşma 'Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin' tevbigerin."