Ronahî Serhat: 15’ê Tebaxê vîna azad derxist holê

Ronahî Serhat: 15’ê Tebaxê vîna azad derxist holê

Endama Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) Ronahî Serhat diyar kir ku 15’ê Tebaxê di jina kurd de rastiya vîna azad, nêrîna serbixwe, li nasnameya xwe û zayendiya xwe xwedîderketin derxistiye holê. Serleşkera navenda biryargeha Yekîneya Jina Azad YJA-Starê Delal Amed jî da zanîn ku armance şerê azad, tê wateya civaka azad û kesayetiya azad.

DIJMIN TÊK BIR

Endama Koordînasyona Koma Jinên Bilind KJB’ê Ronahî Serhat bal kişand ser giringiya 15’ê Tebaxê ya ku di jinan de guhertinên mezin çêkirine û wiha axivî: “ Di sala 1984’an de li Eruh û Şemzînanê 15’ê Tebaxê dengê xwe li cihanê belav kiriye. Gelê kurdê ku zincîra koletiyê şkandiye, di tekoşîna azadiya jinê de jî gelek pêşketin dane avakirin. Îsal jin û gelê kurd hîn bêtir nêzî azadiyê 15’ê Tebaxê pêşwazî kirin. 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo û gelê kurd pîroz be. Mezinbûna pêngava 15’ê Tebaxê bi zihniyeta mêtingeriyê ya ku her ku diçe zêde dibe bi hev ve girêdayî ye. Ji ber vê çembera înkarê şkand û hêviyên gelê azad şîn kir. Ev tevlîbûn di warê jiyanî û dîrokî de roleke mezin e. Ji ber vê pêngava 15’ê Tebaxê hem dijmin têk bir, hem jî hem jî û dilê gelê kurd ronî kir. Bê guman herî zêde jina kurd xist ir bin bandora xwe û rêya azadiyê nîşanî da. Niha gelek jinên ku li çiya û bajaran têdikoşin di vana refan de cihê xwe digrin.”Serhat desnîşan kir ku pêngava 15’ê Tebaxê kurdê mirî rakir ser piya û derxist pêşber dîrokê. Serhat da zanîn ku hêza leşkeriya dijmin dixwaze Kurdistanê dagir bike û wiha bilêv kir: “ Li gel vê, pegaleke ya înkar û îmhakirinê heye. Çardin di Kurdistanê de dixwazin li gorî vê makeqanûnekê bidin avakirin. Ji ber vê ev pêngav ji bo gelê kurd jiyanî ye û ku nebe nabe.

ZÎNDANA AMEDÊ WESIYET E

Serhat rola berxwedana zindana Amedê ya di pêngava 15’ê Tebaxê de nirxand û diyar kir ku berxwedana zîndana Amedê bû wesile ji bo vê pêngava dîrokî. Serhat anî ziman ku li ser wesiyeta wan hevalên meyên efsane berxwedan het destpêkirin û wiha bê de çû: “Van hevalên me ji dijmin re gotibûn ‘Hûn ê kurdan nas bikin’. Peyama ‘Bila hemû cihan dengê me bibihîsin’ dabûn. Ji bo vê xwedîderketina li pêngava 15’ê Tebaxê, xwedîderketina şehîdan e. Berxwedana zindana Amedê bersivek e dîrokî ye ji bo polîtîka û siyaseta komara Tirkiyeyê. Ji bo vê roj bi roj pêngava 15’ê Tebaxê li welat belav bû. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat belav bû. Di roja me ya îro de jî pêdivî û rastiya wê derketiye holê. Xeta berxwedanê di zindanan de dest pê kir , li serê çiyayên Kurdistanê jî 15’ê Tebaxê bilind bû. Piştî wê rêxistinbûna civak û gel hate destpêkirin. Bi vê boneyê pêngava 15’ê Tebaxê bi ser dikeve.”

JIYANA AZAD AVA KIRIYE

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Jinên Azad (YJA-STAR) Delal Amed jî anî ziman ku pêngava 15’ê Tebaxê tekoşîna azadiyê bi rêbazeke nû gihandiye astekê bilind û wiha axivî: “Lê pêngava 15’ê Tebaxê tenê bi vê nave nehate sînordarkirin. Aliyê wê yê herî giring ew e ku ji bo jinan jiyaneke azad ava kir. Ji bo gelê kurd jî tê wateya vejînê. Bi destpêkirina Pêngava 15’ê Tebaxê rewşa gelê kurd jî derxist holê. Piştî avabûna Komara Tirkiyeyê her çiqasî kurd li maf û nasnameya xwe xwedî derketine, car din hatine tunekirin, nasname, çand û zimanê wê hatiye înkarkirin. Dest danîne ser hemû nirxên civakî. Tişteke bi navê kurdan li holê nemabû. Navê kurdan anîna ser ziman jî qedexe bû. Di nava van mercan de kurdan bi berxwedana tekoşîna çekdarî xwe naskirin xwedî wateyeke mezin e. Ev ya di saya rêxistinbûn û perwerdehiyek mezin de çêbûye. Pêşengê vê jî Rêber Apo bû.”

DIROK HAT NIVÎSANDIN

Amed destnîşan kir ku li hemberî hemû polîtîkayên dewleta Tirkiyeyê xwe bi rêxistin kirin, bi serê xwe serkeftineke watedare û wiha got: “Gava pêngava 15’ê Tebaxê çêbû dijmin bi xwe jî şaş bû. Kesekê bawer nedikir ku kurd çalakiyeke wiha mezin pêk bînin. Lê di kesayetiya heval Egît de cesaret û qehremantiyek mezin derket holê. Êdî ji bo kurdan dîrokeke hatibû nivîsandin. Êdî gelê kurd ji bo ziman û nasnameya xwe dikarin têbikoşin û azadiya xwe ava bikin. Ev bawerî û hêvî derketibû pêş.

15’ê Tebaxê ji aliyê bîrdozî, siyasî û felsefîk ve watedar e. Êdî gelê kurd, bi felsefeya jiyanek nû derdikeve ser dika dîrokê. 15’ê Tebaxê li hemberî jiyana ku bi salan li ser kurdan dihat ferzkirin; destpêka afirandina jiyan û tekoşînek nû ye. Rêbertiyê jî diyar kiribû ku pêngava 15’ê Tebaxê ji bo jiyana bi lanet bersivek e, nepejirandina koletiyê ye. Rewşa gelê kurd, rewşa jinên kurd ji hev nayên veqetandin. Di civakê de jî destpêkê koletî li ser jinê hatiye avakirin. Ji ber wê jî em vê ji aliyê felsefîk ve dinirxînin. Pergala desthilatdar di roja me de jî vê polîtîkayê bi vî rengî dimeşîne. Bi pergala desthilatdar a mêr re bûye yek. Heta roja me, nirxên civakî û komunî di kesayeta jinê de hatine parastin. Bê guman vê yekê çanda berxwedanê derxistiye holê. Ji ber wê, jin ji bo teslîm nebe xwe ji kendalan avêtiye û bûye mînaka berxwedanek bi rûmet. Lê bingeha vê, di dîrok û civakê de veşartiye. Lê aliyên pergalê yên jinê bi bandor kirine jî hene. Bêguman pergala desthilatdar, bi rêbazên hûr û kûr hemû polîtîkayên xwe li ser jinê dide meşandin. Tê xwestin ku jin di malbat û civakê de were kolekirin. Pergal qada xwe ya desthilatdariyê di kesayetiya mêr de di nava, malbatê de ava dike û dide meşandin. Di dîroka Kurdisatanê de di gelek serhildanan de jinan jî cih girtine. Ev yek ji ber nepejirandina jiyana koletiyê ya li ser hatiye ferzkirin pêk tê. Dibe ku di demên destpêkê de asta bîrdozî û zanîna zayendî ya jinê tune be. Lê asta wê ya parastina civakê di jinê de hestek wisa afirandiye ku vê yekê mora xwe li gelek serhildanan daye.”

JINAN BI BEDELAN BANDORÊ LI SER CIVAKÊ ÇÊKIRINE

Rêber Apo, di damezirandina PKK’ê de, ji bo jinan navendekê ku wan ber bi xwe ve bikşîne ava dike. Nêzîkahiya Rêber Apo di refên PKK’ê de cih ji jinan re vedike. Ev alî, ev nêzîkahiya wî ya ji jinê re ji zarokatiya wê ve pê re hebûye. Ev nêzîkahiya di refên PKK’ê de vediguhere rêxistinbûnê. Destpêkê jinên tevlî refên PKK’ê dibin xwendekar in. Dû re her diçe ji aliyên civakê jin tevil dibin û bandorê li ser tevhiya civakê çêdikin. Destpêkê civaka kurd vê yekê baş nabîne, lê dû re hêdî hêdî van nêrînên civakê kêm dibin. Di nava refên tekoşînê de jî ev nêzîkahî hebûye. Gelek kesan baweriya xwe bi tekoşîna jinan nanîne. Baweriya jinan jî zêde bi wan tune bûye. Lê tekoşîn û şehadeta jinan di civakê de baweriyê daye afirandin. Besê Anûş û çend hevalên jin, dema di sala 1981’ê de şehîd dikevin, pênc hezar kes ji bo cenazeyên wan bigrin, bi polîsan re dikevin pevçûnan. Hevala Besê Anûş, bi sekn û beşdariya xwe bandorek mezin diafirîne. Dema şehîd dikeve, dijmin dixwaze cenazeyê wê teşhîş bike, le girse destûr nade. Ev çalakiyek girîng e. Bandora vê ya di civakê de pir mezin û girîng e. Fikarên ku berê der barê jinan de bi civakê re hebûn; bi sekna jinan a qehremanî têk diguhere. Bi taybetî jî bi bandora erênî ya li ser civakê afirandiye her diçe tevger mezin dibe.”

JINAN JÎ DI ZINDANÊ DE LI BER XWE DANE

“Di salên1980’yî de li zindanan berxwedanek heye. Hevalên jin jî di vê berxwedanê de cihê xwe girtine. Kadroyên PKK’ê, li heberî wehşeta li zindanan teslîm nebûne li ber xwe dane. Mazlûm, Xeyrî, Kemal û gelek çalakger bûne pêşengê vê berxwedanê. Serok Apo, diyar dike pêngava 15’ê Tebaxê bersiva ji bo berxwedana li zindanan e.”

TENÊ RIYA TEKOŞÎNA ÇEKDARÎ HEBÛ

“Jinên kurd berî tekoşîna çekdarî jî her çiqas di di nav tekoşînê de cihê xwe girtibin jî; piştî 15’ê Tebaxê bi awayek çalaktir beşdarî refên tekoşînê bûne. Ger bi qasî serê derziyê derfetên tekoşînê hebûna, dê Rêber Apo tu carî şerê çekdarî tercîh nekira. Ji ber ku sekn û nêzîkahiya felsefîk a Serokatiyê li gorî şer nîn e. Tevî hemû helwdanên Serokatiyê yên ji bo aştiyê jî; tu rê nehatiye hiştin.”

ARTÊŞBÛNA JINÊ LI KURDISTANÊ YEKEMÎN E

“Artêşbûna jinê xwedî teybetmendiyên cuda ye. Yekem car li Kurdistanê di rastiya PKK’ê de pêk hat. Bi pêşveçûnên 15’ê Tebaxê ve girêdayî Xanim Yaverkaya dibe fermandar. Hem pir çalak dijî, hem jî pir çalak têdikoşe. Destpêkê ji hevalên mêr re fermandariyê dike. Jixwe artêşbûna jinê jî wan salan dest pê dike. Artêşbûna jinê di 1993’yan de hat pêşxistin. Wê demê jinê xwe çendî di şer de îsbat bikira asta wê ya serkeftinê xwe di çalakiyan de jî da nîşan. Ger hem keda mezin a Hevalê Egîd hem jî pêngava 15’ê Tebaxê nebûya dê rêxistinbûna jinê di vê astê de nebûya. Dê jin negihîşta asta artêşbûnê. Karekterê me yê şer ne tenê tunekirina desthilatdariyê ye, ji bo afirandina kesayet û civaka azad e. ” “Şerê me ne yê fetih û talanê ye, şerê xweparastinê ye. Ev yek bêguman bi asta artêşbûyînê ya jinê rengê xwe dide artêşa me ya giştî jî. Êdî di tevahiya civakê de jin xwe bi hêz dibînin. Ne tenê di şerê çekdarî de, di hemû beşên civakê de jin xwedî hêz û zanînê ye. Bi pêşengiya xwe ya civakê, hewl dide rêxistinbûna xwe ava bike. Ger tu bixwazî di civakê de jî xwe bi rêxistin bikî divê tu xwe biparêzî. Tu tişt bê xweparastin nabe. Hêza bingehîn a parastina jina kurd kî ye? Bêguman gerîlayên jin in. Navê vê hêza parastinê YJA Star e. Ji ber ku wekî hêzek leşkerî xwe diparêze vê hêzê dide her beşên civaka kurd.

LI CIVAKÊ Û LI ÇIYA JIN HEDEF IN

AKP bi polîtîkayên xwe, ji bo zirarê bide gelê kurd, jinan dike hedef. Di vê salê de yekîneyên me yên jin ên di rêxistinkirina civakê û artêşbûnê de pêşeng bûn kir hedef. Dixwaze bi konseptên cuda qirkirina çandî li ser jinên kurd pêk bîne. Heman tiştî li ser hêzên me yên leşkerî jî pêk tîne. Di serî de li Garzanê hevalên me yên jin ên di bin fermandariya hevala Arjîn Garzan de kir hedef. AKP dizanibû ku li wê kampê tenê hevalên jin hebûn. Lê bi zanîn wan kir hedef. Wan hevalên me bi qehremanî li ber xwe dan û şehîd ketin. Vê bûyerê li ser civakê bandorek mezin çêkir. Dema cenazeyên hevalên me dihatine definkirin, hevaleka me ya ji Hezoya Êlihê, xwe şewitand. Vê bûyerê nîşan da ku êdî ev rewş nayê qebûlkirin. Em di şoreşek de ne. Êdî ne tenê li parçeyek Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê pêvajoyek di hêjahiya şoreşê de tê jiyîn. Bi taybetî li rojavayê Kurdistanê di van mehên dawî de desketiyên me yên şoreşgerî çêbûn. Em vê li Kobanê û Qamişloyê dibînin, jin di tekoşîna xwe ya şoreşê de ji civakê re pêşengiyê dike. Di azadiya civakî de misyona peşengiya jinê dertê holê. Bêguman tekoşîn her diçe mezin dibe, lê em ê heta serkeftinê nesekinin. Em hêzên leşkerî, em ê hem peywira xwe ya parastinê bi cih bînin, hem jî ji bo pêkhatina jiyana azad çi ji destê me were em ê bikin.

Bi vê wesîleya salvegera 29’mîn a 15’ê Tebaxê em dixwazin tekoşînê ber bi serkeftinê ve bibin. Ki ser bingeha destkeftiyên vê pêngavê dê tekoşîna me dê gavên mezintir bavêje. Heta vê pêngava şoreşgerî bigihîje serkeftinê dê tekoşîna me berdewam bike. Ez hemû hevalên me yên tekoşer silav dikim. Ez selamên xwe ji hemû jinên ku berê xwe dane çiyayan û dixwazin artêşbûna jinê mezin bikin, ji jinên ku di beşên civakê de pêşengiyê ji serhildanan re dikin re dişînim û serkeftinê dixwazim.”