Rojnamevan Asmen xelata xwe li çiyê wergirt
Rojnamevan Asmen a di Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de bû yekemîn, xelata xwe di pîrozbahiyên 8'ê Adarê de ji destê Endama Koordînasyona PAJK'ê Emîne Erciyes girt.
Rojnamevan Asmen a di Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de bû yekemîn, xelata xwe di pîrozbahiyên 8'ê Adarê de ji destê Endama Koordînasyona PAJK'ê Emîne Erciyes girt.
Rojnamevan Asmen a di Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de bû yekemîn, xelata xwe di pîrozbahiyên 8'ê Adarê de ji destê Endama Koordînasyona PAJK'ê Emîne Erciyes girt. Asmen got, "Lehenga çîroka min gerîlayeke jin e. Ji ber vê yekê, ev xelat a hemû gerîlayên jin e."
Rojnamevan Jînda Asmen a di Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de ku her sal ji aliyê YXK'ê ve tê organîzekirin bû yekemîn, xelata xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê wergirt. Asmen a di kategoriya çîrokan de bû yekemîn, ji ber xebatên xwe yên li çiyayên Kurdistanê nekarîbû xelata xwe werbigire. Li ser vê yekê xelata wê ji çiyê re hat şandin û Asmen di dema pîrozbahiyên 8'ê Adarê de xelata xwe ji destê Endama Koordînasyona PAJK'ê Emîne Erciyes wergirt.
'HER GERÎLAYEKE JIN ÇAVKANIYA WÊJEYÊ YE'
Asmen da xuyakirin ku wergirtina xelatê ji destê gerîlayên jin hem ji bo wê rûmeteke mezin hem jî xelata herî mezin a 8'ê Adarê ye. Asmen destnîşan kir ku ew xelata xwe diyarî jinên li Şengal û Kobanê li ber xwe didin dike û got, "Min ev çîrok li çiyê nivîsand. Lehenga çîroka min gerîlayeke jin e. Ji ber vê yekê, ev xelat a hemû gerîlayên jin e. Ji ber ku çavkaniya min a îlhamê çiyayên Kurdistanê û berxwedêrên jin e. Dema min ew anî ser ziman, min ji lêgerînên xwe re bersiv dît."
Asmen got, "Wêje şêweya herî xurt a îfadekirina ruhê jinê ye" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Şêweyê herî estetîk ê afirandina jiyana azad, wêje ye. Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku lehengên têkoşîna azadiyê bi rêya wêjeyê ji gel re werin ragihandin. Û li van çiyan, çîroka her gerîlayeke jin, çavkaniyeke wêjeyê ye. Ev yek jî ji bo min şêweyê herî bedew ê parvekirinê ye. Ji Têkoşîna Azadiyê ya Jinê re gelekî spas dikim, ji ber ku min bi min da naskirin. Ev têkoşîn, xeta min a wêjeyê ye."
Rojnamevan Jînda Asmen ku pêşkêşvana bernameya 'Dema Jinê' ya Stêrk TV ye, li ser daxwaza gerîlayên jin helbesta bi navê "Geldîn Ha - Tu hatî" xwend.