Roja yekem ya Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn bidawî bû

Roja yekem ya Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn bidawî bû

Yekemîn roja Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn ya di pêşengtiya DOKH’ê de pêkhat bidawî bû.

1’mîn Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) pêktê, di roja yekem de bi rûniştinên pêkhat bidawî bû.

Konferansa ku diyarî 3 jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên li Parîsê hatin qetilkirin, hate kirin di serî de ji Behreynê, Îran, Filistîn, Hindistan, Lîbya, Lubnan, Tinûs ji 26 welatan çandên cûda, ziman û olên cûda delege tevlî konferansê bûn. Weke din Hevseroka BdP’ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD Aysel Tûglûk, Parlementera Amedê ya Serbixwe Leyla Zana, Parlementerên Jin yên BDP’ê, Meclisa Jinan ya HDK’ê, nivîskar, akademîsyen, LGBT û jinên rojnamevan tevlî konferansê bûn.

Di dawiya roja yekem ya konferansê de sînevîzyona jiyana Sakîne Cansizê vedibêje hate pêşandan. Di vê navberê de di salonê de kêliyên hestiyar çêbûn.

Jinan di yekemîn roja konferansê de li ser mijarên “Li Rojhilata Navîn dîroka civakî ya girêdayî jinê û avakirina zayendparêziya civakî” hatin nîqaşkirin û sibe jî dê mijara “Li Rojhilata Navîn tevgera jinan, ezmûnên wan û di guhertinên nû yên siyasî de rolê jinan” dê bê dest girtin.

Piştî yekemîn roja konferansê li Koşkê Erdebîl xwarin hate dayîn.