Roberta Metsola ya li dijî kurtajê bû seroka Parlementoya Ewropayê

Roberta Metsola ya ji Maltayê ku li dijî kurtajê ye bû seroka nû ya Parlementoya Ewropayê.

Ji ber ku serokê Parlementoya Ewropayê Davîd Sassolî di 11’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da, serokeke nû hate hilbijartin.

Roberta Metsola ya mûhafazakar di hilbijartina tûra pêşîn de zêde deng stend û bû seroka nû.

Piştî Simon Veîl (1979-1982) û Nîcole Fontaîne (1999-2002) Metsola bû jina sêyemîn ku dibe seroka Parlementoya Ewropayê. 

Metsola di dema xwendekariyê de bû endama Partiya Xirîstiyan û Demokrat a nijadperest û ji bo ku welatê wê bibe endamê Yekîtiya Ewropayê di sala 2003’an de kampanya meşand.

Metsola wekî bernameya partiya xwe, li dijî kurtajê ye. Li welatê wê Malta kurtaj qedexe ye û di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de bi tenê li wir kurtaj qedexe ye. Metsola beriya hilbijartinê ji rojnameya Malta Todayê re axivîbû û diyar kiribû wê peywira wê temsîlkirina helwesta parlementoyê be. Metsola diyar kiribû wê mafên ji bo zayîn û zayendiyê jî di nav vê temsîliyetê de be.