RJAK’ê bertek nîşanî êrîşa li ser jinan da

RJAK’ê bertek nîşanî êrîşa li ser jinan da

 

RJAK’ê di  derbarê êrîşa asayîşa Silêmaniyê  li ser çalakiya jinan a di 25’ê Mijdarê de daxuyaniyek dan û hat diyar kirin ku, ev êrîş li dijî Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kudistanê pêk hatiye.

Li bajarê Silêmaniyê  îro di demjimêr 10’an de, Ragihandina Rêxistina Jinên Azadîxwazên  Kurdistanê  li Pirtûkxaneya Endêşe daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuniyê de hemû curê tundiyê li ser jinê hatin şermezar kirin û dan diyar kirin ku, wan wek RJAK’ê her tim li himberî tundî, kuştin, lêdan û bazirganiya jinan çalakî li darxistine û armança çalakiya ku me li darxist jî ev bû û wiha pêde diçûn: “Lewma me di roja 20’ê heyvê de serdana parêzgaya Silêmaniyê kir da ku em destûra xwepêşandanê ji Baxê giştî hetanî Mizgefta mezin ji peywendîdaran bigirin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, di zagona Parlementoya Başûrê Kurdistanê de, tenê ji bo çalakiyên medenî werin lidarxstin, aliyên peywendîdar werin agahdarkirine ne ku moletê werbigrin. Lê belê daxuyaniya ku ji aliyê Şîlan Şakir endama YJRK’ê ve hate xwendin, tê de hate diyarkirin ku, wan ji aliyên peywendîdar ver bersiva destûra ji bo çalakiya 25’ê Mijdarê li darbixînin wernegirtine.

Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de balkişande ser xala wan jî weke Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê  biryar da bû ku di roja 25’ê mijdarê de, rojeke ji bo wan bi wateye çalakiya xwe a şermezarkirina hemû cûreyên tundiya li ser jinan li darbixînin. Lê di dema çalakiyê de polîsan bi gaza biberê, demanceya elektirîkê û jopan êrîşî ser girseyê kirin ku di nava çalakvanan de gelek zarok jî hebûn û gelek çalakvan tevî zarokan ji gazê û demanceya elektirîkê bandorbûn.

Di dawiya daxuyaniyê de jî hate diyarkirin ku, ev êrîşa li hemberî çalakvanên Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê hatiye kirin, di heman demê de li hemberî tevahiya jinane, lewma pêwîste hemû jin û rêxistinên medenî li beramberî kirinên bi vî rengî xwedî  helwestbin û em weke rêxistina Jinên  Azadxwazên Kurdistanê li beramberî êrîşekî bi vî rengî bêdeng namînin û ew dê kesên ku ev êrîş li beramberî wan pêkanîne li hersê serokatiyên herêmê, rêxistên navnetewî û mafê mirovan şikayetê xwe yên zagonî  bikin.

Di daxuyaniyê de ev xal hatin ragihandin:

 “Me weke Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê.

1-Em daxwaz dikîn ku demekî zûtirîn kesên êrîş pêkanîne werin cezakirin.

2- Destwerdanên hizbî nemînin û werin tunekirin.

3-Guhertin di qanûnê xwepêşandanan de werin çêkirin û were ragihandin.

4- Guhertin li qanûnên derbarê kesan de pêkwere û ji kêmkirina tundiyê li ser jinan û ew qanûnên ku di berjewendiyê jinan de ne zûtirîn dem de pêkwerin

5- Divê tu cara qanûnek lêborînê  ji bo kujerên jinan neyê derxistin”