RJAK: 8'ê Adarê li jinên berxwedêr pîroz be
RJAK'ê 8'ê Adarê silav kir û bang li jinan kir, ku tevlî pîrozbahiya li Qendîlê bibin.
RJAK'ê 8'ê Adarê silav kir û bang li jinan kir, ku tevlî pîrozbahiya li Qendîlê bibin.
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir. RJAK'ê bang li jinan kir, ku tevlî pîrozbahiya li Qendîlê bibin.
Rêxistinê bi vê armancê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Kavan Mihemed daxuyanî xwend û got, "Di serî de Clata Zetkîn, Rosa Luksembûrg û Sakîne Cansiz, em hemû jinên şoreşger bibîr tînin. Têkoşîna edalet, demokrasî û wekheviyê ku van jinên şoreşger ji me re hiştine, bûye mîrateyek. Bi taybetî, Sakîne Cansiz bûye nasnameya têkoşînê ya jinên Kurd. Wekî din, Sema Yuce, Şîrîn Elemholî, Şîlan Kobanê, Viyan Caf û Arîn Mîrkan bûn sembola têkoşîna jinê. Em careke din, di şexsê van şoreşgeran de hemû şehîdên şoreşger bibîr tînin. Û dibêjin; ji bo bîranîna wan em ê di sala 2017'an de têkoşînê mezintir bikin. Ji bo rêxistinbûna xwe, ji bo perwerde, zanebûn, vîn û nasnameya jinê, em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em careke din 8'ê Adarê li hemû jinên berxwedêr pîroz dikin."