Rêze hevdîtinên Şandeya Yeketiya Star li Silêmaniyê didomin
Rêze hevdîtinên Şandeya Yeketiya Star li Silêmaniyê didomin
Rêze hevdîtinên Şandeya Yeketiya Star li Silêmaniyê didomin
Şandeya Yeketiya Star serdana mekteba Jin a Rêxistina Zehmetkêşan û di heman demê de serdana buroya Jin a Tevgera Goran kirin.
Îro di demjimêr 10:00’an de şandeya Yeketiya Star çend rêze hevdîtin pêkanî. Şandeya Yeketiya Star ya ji Rojavayê Kurdistanê hatin, serdana mekteba Jin a Rêxistina Zehmetkêşan û di heman demê de jî serdana buroya Jin aTevgera Goran kir. Ji şandeya Yeketiya Sitar Nûjîn Efrîn di serdana xwe ya ji bo Tevgera Goran baskê jinan û mekteba jin a rêxistina Zehmetkêşan de destnîşan kir ku, gelê Kurd bi têkoşîna xwe re tovê demokrasiyê li Rojhilata Navîn çand. Nûjîn Efrîn wiha got, " Jinên kurd ji şoreşa Rojhılata Navîn re pêşengiyê dikin, ji lewma pêwîste ku jinên Kurd li beşên Kurdistanê ên din jî pişgirîyê û alikariya xwe bidin jinên Rojavayê Kurdistanê.
Her wiha Nûjîn di dirêjahiya axaftina xwe balkişand ser xala pêşengtiya jinê û got: “Jin pêwîste ku demokrasiyê biparêzin ji demokrasî bê parastin nabe, pêwîste were parastin da ku mezin bibe û hemû civaka mirovahiyê jê sûd werbigre."
Di heman demê de Nûqsa Ehmed li ser navê jinên Tewegera Goran axifî û got:” Barê me jinan girane her wiha em di haya wê de ne û wiha berdewam kir, “Li Rojhilata Navîn tevgera jinan, ezmûnên wan û di guhertinên nû yên siyasî de rolê jinan di asta pêşengîkirina şoreşê de ye ji lewma em bi jinên ku niha li Rojavayê Kurdistanê, pêşengiya şoreşê dikin pê serbilindin” Nûqsa Ehmed got; “Gelê Kurd bi jinan ji gelên Rojhilata Navîn re pêşengiyê dike. Em wekî jin îro li Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê hene, ji ber vê yekê divê em ji demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn re pêşengiyê bikin." Di dawiyê de jî li ser navê jinên Goran Nûqas Ehmed kêfxweşiya xwe a ji bo şandeya Yeketiya Sitar anî ziman û got: “Ji vir û pêve ji bo pêşketin û tekoşîna jin çi pêwîstbe em amedene ku hevkarî bikin, danûsitandina fikrî li gel Yeketiya Star bikin.
Şandeya Yeketiya Star piştre jî serdana mekteba jin a Rêxistina Zehetkêşankir. Li ser navê şandeyê Nûjîn Efrîn axifî û pêşketinên ku li Rojavayê Kurdistanê di pêşengiya jin de pêktên di serdana xwe ya ji bo mekteba jin a Zehemetkêşan de, bi Rêzan Qadir berpirsa mekteba jinan a Zehemtkêşan her wiha Kurdistan Miqdad, Şeyda Merûf, Çiya Husên û Bedriye Abdullah re parvekirin. Rêzan Qadir berpirsa jinan a li Rêxistina Zehemtkêşan ji Yeketiya Star re axivî û got:” Em dizanin êrîşên li ser gelê Kurd û bi taybet li ser jin pilanekî qirêje û bi rêk û pêk bi destê desthilatdaran pêktê, ji lewma pêwîste di vê serdemê de yeketiya jin a her çarparçeyên Kurdistanê bihêz bibe. Rêzan wiha kêfxweşiya xwe anî ziman. “Em amedene ku danûsitandina fikrî li gel Yeketiya Star bikin û her wiha tişta ku ji destê me were em weke Jinên Rêxistinên Zehmetkêşan amedene bikin.”