Rêya şoreşê di rêya jinan re derbas dibe
Rêya şoreşê di rêya jinan re derbas dibe
Rêya şoreşê di rêya jinan re derbas dibe
Endama Şoreşgerên 78’an a Egeyê Ece Sozu Dogru diyar kir ku rêya şoreşê di rêya jinan re derbas dibe û got: “Yên ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin û li Kobanêê li ber xwe didin careke din jin in. Ji ber vê jî divê em bi awayekî zanebûn tevbigerin. Divê em hêza xwe bizanin û zincîran bişkînin.”
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin a Jinan li Navenda Çandê ya Şîşlî ya Stenbolê konferansa bi sernavê “Cinayetên Jinan û Rêyên Çareseriyê”. Endamên Komeleya Şoreşgerên 78’an a Egeyê, Endamên Baskên Jinan ên CHP’ê, jinên endamên HTKP, Komeleya Odak, jinên endamên Partiya Karkerên Şoreşger, akademîsyen û hunermend tevlî konferansê bûn. Piştî axaftina vekirinê vîdeoya bi navê “Jin biaxivin wê çi bibe” hate temaşekirin.
Seroka Baskên Jinan ên CHP’ê Hîlal Dokuzcan diyar kir ku jin hemû amade ne ku ji bo mafên xwe li hev kom bibin. Dokuzcan diyar kir ku pirsgirêka herî mezin hişmendiya “axaftina zilam” a ku jinan qetil dike û got: “Me li pişt dihêlin, em li dijî vê serî hildidin.”
Neşe Ozturk jî li ser navê jinên Partiya Karkerên Şoreşger axivî û diyar kir ku di dema desthilatiya AKP’ê de komkujiyên li dijî jinan zêde bûne.
Endama Şoreşgerên 78’an a Egeyê Ece Sozu Dogru diyar kir ku rêya şoreşê di rêya jinan re derbas dibe û bibîr xist ku di dema cûntaya faşîst 12’ê Îlonê de jî ya ku herî zêde li rastî nexweşî û zilmê hat jin bûn. Sozu Dogru got: “Îro jî li ber çavên me şoreşek heye. Yên ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin û li Kobanê li ber xwe didin careke din jin in. Ji ber vê jî divê em bi awayekî zanebûn tevigerin. Divê em hêza xwe bizanin û zincîran bişkînin.”
Hanîfe Şahan li ser navê jinên HTKP’yî axivî û got: “Yên ku li Yirca Valîdebag û Kobanê li ber xwe didin jin in. Ev jin hêviyê didin me. Ji bo em bikarin Tirkiyeyê ji nû ve ava bikin, pêwîstiya me bi hev heye. Em dizanin ku dijminek me yê hevpar heye. Em ê li dijî wan têbikoşin.”
Nûnera Platforma Em ê Cinayetên li dijî Jinan Rawestînin Gulsum Kav jî diyar kir ku dijî mafê jinan ên ku li Tirkiyeyê tune ne jî êrîş hene.
Parlamentera CHP’ê ya Stenbolê Sedef Kuçuk jî bi “Ger jin bê deng bibin me dît ka wê çi çêbibe” dest bi axaftina xwe kir û got: “Lê em ê êdî biaxivin. Bawer bikin em çiqas biaxivin wê ewqas rewş biguhere. Ger jin biaxivin wê bê dîtin ku ev dewran wiha nameşe. Heta jin nebin aştî pêk nayê. Ger hebe jî nameşe. Ger jin biaxivin wê mirovahî biaxive. Ji ber vê jî em bê deng nabin. Ger em dibêjin aştî, em dibêjin wekhevî, divê em biaxivin.”
Konferans bi beşa forumê berdewam dike.