‘Rêxistinên Jinan li dijî qirkirina DAIŞ’ê bêdeng dimînin’
‘Rêxistinên Jinan li dijî qirkirina DAIŞ’ê bêdeng dimînin’
‘Rêxistinên Jinan li dijî qirkirina DAIŞ’ê bêdeng dimînin’
Bi pêşengiya DOKH û Meclîsa Jinan a HDK û HDP’ê ku li her çar aliyê welat bi şîara ‘Em ê rê nedin DAIŞ’ê' kampanya dimeşandin dê di navbera 15-16’ê Îlonê de bi heyeteke jinan a ji 30 kesî pêk tê û di nav de Parlamentera CHP’ê Melda Onur û rojnameger jî cih digirin, dê biçin Başûrê Kurdistanê. Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a HDK-HDP’ê Dîlek Yagli ku di nava heyetê de cih digire ji ANF’ê re axivî û got: “Di têkoşîna ku em li dijî DAIŞ’ê didin de em tenê hatine hiştin. Hemû jinên Tirkiyeyê li dijî vê qirkirina jinê pasîf mane. Divê demldest jin xwe hilweşînin û bikevin tevgerê. Piştevaniya bi jinên Rojhilata Navîn re peywira me ye.
Li gel heyeta ku ji 30 kesî pêk tê diçe Başûr, li aliyê din jî dê di 16’ê Îlonê de biçin Sîlopiyayê û ji bo piştevaniya komunan xebatan bimeşînin. Dîlek Yagli diyar kir ji serê meha Tebaxê de ye li dijî polîtîkayên dijminê jinê yên DAIŞ’ê di nava hewldanan de ne û got, "Li Stenbolê bi taybet me hema hema li hemû taxan stand vekir û alîkarî berhev kir. Vê têr nekiriye û ji kampanyaya alîkariyê wêdetir di alî siyasî de valahiyek mezin heye. Rêxistinên din yên jinan ji bilî çend çalakiyan tiştek nekirin. Lê bila bê zanîn ku polîtîkayên DAIŞ’ê ji yên Tirkiyeyê ne cudatir in. Tecawiza jinan helal tê dîtin û li bazaran tên firotin."
EV BÊDENGÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN!
Yagli da zanîn ku di atmosfereke wiha de bêdengiya jinên Tirkiyeyê nayê fêmkirin û got: “Ji bo ev bêdengî xera bibe me kampanyayek wisa da destpêkirin. Li Tirkiyeyê li dijî kuştinên jinan tevgereyek heye, lê li dijî zilman DAIŞ li ser jinan pêk bînin pasîf dimînin. Divê em li dijî DAIŞ’ê bibin yek û têkoşîna xwe bilind bikin."
DIVÊ JIN BIKEVIN TEVGERÊ
Yagli bi lêv kir ku sedema bêdengiyê ya herî mezin jî ev e ku muxalefeta Tirkiyeyê parçe kiriye û got: “Yekane hêza ku li dijî DAIŞ’ê têdikoşe ciwanên Kurd in. Her wiha dîsa şerê herî mezin jin li dijî DAIŞ’ê didin. Gerîlayên jin li dijî vê dijminahiyê bedena xwe kirine mertal. Jinên Êzidî yên rastî êrîşan hatin ji bo li dijî DAIŞ’ê şer bikin dîsa vegeriyan Şengalê. Ji bere vê rewşa jinên vir nayê qebûlkirin. Ev rewş mantiqa Tirkên sipî careke din derdixe holê. Jin divê teqez xwe hilweşînin û bikevin nava tevgerê.”