Rêxistinên jinan Fatma Şahîn hişyar kirin

Rêxistinên jinan Fatma Şahîn hişyar kirin

Weqfa Stargeha Jinan ya Mor Çatiyê diyar kirin ku, heta hikûmet pêşniyara xwe ya rakirina mafê kurtajê paşve nekişîne rêxistinên jinan bi wezareta polîtîkayên civakî û malbatî re dê nekevin nava hevkariyê.

Weqfa Stargeha Jinan ya Mor Çatiyê ku ji endamên Platforma Bila Tundiya li Hemberî Jinê Bidawî bibe pêk tê ji bo pêşnameya zagona li ser kurtajê hatiye pêşkêşkirin paşve bê kişandin ji Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî Fatma Şahîn re nameyek rêkir. Di nameyê de hat diyarkirin ku, heta pêşnameya zagonê ya ji bo kurtajê paşve neyê kişandin rêxistinên jinan bi wezareta polîtîkayên civakî û malbatî re dê nekevin nava hevkariyê.

Di nameyê de helwesta hikûmetê ya li hemberî mafên jinan hat rexnekirin û wiha hat gotin: "Rêxistinên jinan heta îro bi wezaretê re di nava têkiliyan de bûn. Lê qedexekirina kurtajê nayê qebûlkirin."

Di nameyê de daxwaza qedexekirina kurtajê wekî êrîşa li hemberî jinê hat binavkirin û wiha berdewam kir: "Bêguman gelek gotinên me rêxistinên jinan yên li ser kurtajê hene, lê geşedanên pêk tên ne tenê rêxistinên jinan hemû jinên welat dixe nava fikaran. Hikûmet bi pîlansaziya qedexekirina jinan careke din mafên jinan binpê dike. Di vê pêvajoyê de hûrbûna li ser rêziknameyan şaşe."