Rewşen Mêrdîn: Pêwîst e asayîş lêborînê ji gel bixwaze

Endama Kordîsyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn li ser nêzîkatiyên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê axivî û got; “Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin, bi salan e ev şêwaz ji hêla neyarê me ve li dijî me tê bikaranîn, çalakiyên gelê me rewa ne û pêwîste asayîş lêborîn bixwaze."

Di 9.1.2013’an de li Parîsê sê jinên şoreşger hatin qetilkirin. Yek ji van jinên şoreşger kadroyê pêşeng ê Tevgera Azadiya Kurdistanê Sakîne Cansiz e. Li ser vê komkujiyê re 5 sal derbas bûn û dikeve sala xwe ya 6’an . Gelê Kurd li her deverê Kurdistanê û Ewropa ji bo ronîkirina vê komkujiyê di salvegera wê de çalakî li dar dixin. Li Başûrê Kurdistanê, bajarê Silêmanî jinên Kurd, gelê Kurd jî ji bo vê yekê xwestin bimeşin û bertekê xwe bidin diyar kirin, lê ji hêla asayişê ve hatin astengkirin, gelek kes destgîr kirin.

ÇALAKIYA GELÊ ME YÊ SILÊMANÎ REWA YE

Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdin dibêje; “Li ser komkujiya Parîsê re 5 sal derbas bû ev komkujî dikeve sala xwe ya 6’an. Gelê Kurd, jinên Kurd û mirovên demokrat ji bo rastiya vê komkujiyê derxin holê, ji bo ronî bibe ji kujeran hesab were xwestin her sal di nava çalakiyê de ne. Lê mixabin heya roja me ya îro hesab nehatiye xwestin û nehatiye ronî kirin. Ji hêla tevgera me ya azadiyê ve kujer eşkere ne, diyar in û em dizanin kî ne. Kesê tetîkêş hate kuştin ji bo rastî dernekeve, bêguman dewleta Fransa jî para xwe di vê komkujiyê de heye. Ji bo ku hevalbendê xwe yê faşîst Erdoğan biparêze. Lê, weke tevgera azadiya jinên Kurdistanê em ê li her deverê cîhanê têkoşîna xwe ya azadiyê geş bikin û em ê tola rêhevalên xwe rakin û hesabê bixwazin.”

Di berdewamiya gotinên xwe de Mêrdîn dibêje,Ji bo salvegera şahadetên rêhevalên me li her derê gelê Kurd di nava çalakiyê de ne. Em van çalakiya wan û berxwedana wan silav dikin û berdewam dike; “Pêwîst e ev têkoşîn bilindtir bibe û hesab ji kujeran were pirsîn. Li her derê welat û ji derveyê welat li ser lingan e. Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê jî bi vê mabestê daketin  qadan ji bo bertekên xwe nîşan bidin. Di vê rojê de helwest heqê her mirovê xwedî wîjdan e û yê ku vê wehşetê qebul nakin. Li bajarê Silêmanî jî bi pêşengtiya jinên Kurd, mirovên demokrat û gelê me yê welatparêz  meşek hate li darxistin. Lê asayîşa herêma Kurdistanê yê Silêmanî kiryarên ku pêk aniye tu dilsoziya  xwe ya bi mirovatiyê re nîne. Di welatê me Kurdan de ev nêzîkatî nayê qebul kirin.”

'BI SALAN E NEYARÊN ME BI DESTÊN ME, ME BI HEV DIDIN QIRKIRIN'

Rewşen Mêrdin di gotinên xwe de balê dikşîne li ser têkoşîn û berxwedanan Sakîne Cansiz(Sara) û gotinên xwe wiha didomîne; “Em baş dizanin ku li hember têkoşîna rêheval Sara neyar çok danî, têkoşîna heval Sara li tevahî cîhanê deng vedaye, ji Arjantîn heya Hindistanê gelek tevgerên jin yên cîhanê, dîsa gelek welatên Ewropayî rêheval Sara weke pêşengê xwe pejirandin. Têkoşîna rêheval Sara li hemberê faşîst û pergala kapîtalîzmê bû. Ji bo azadî û demokrasiyê têkoşîn da meşandin. Tevahî jiyana xwe fedayê têkoşîna xwe kir.

Cihekê weke Silêmanî ji bo ku belgefilma Sakîne Cansiz neyê temaşekirin cihê sînema tê girtin, heman demê de asayiş erişê dibe li ser çalakvanan û gelek kesan jî  destgîr dikin. Ji ber van nêzîkatiyên asayişa Silêmanî helwestên xwe bi vê awayî nîşan didin. Ev nêzîkatî nayên qebul kirin, ev hişmendî yê neyar e. Neyar bi salan e vê bi me dide kirin, em vê yekê dubare nekin, ev şêwaz dikeve  xîzmeta neyar. Bi salan e nayarê me bi destê me, me bi hev dide qirkirin, wê ev hişmendî û şêwaz zirarê bide yekbûyîna Kurdan, demokrasî û aramiya welat jî. Em bi xwe dewleta Tirk baş dinasin, em destê xwe bidinê wê milê me qut bike û destê xwe dayne ser her tiştî.  Neyarê me tu carî qencî ji bo Kurdan nexwestiye wê nexwaze jî. Ji bo ku wekhevî û aramî di welatê Kurdan de pêşnekeve, her tim nakokî hebe ji destê wê çi tê dike. Di kîjan deman de em Kurd nêzî hev bûne, neyarê me di nav me de nakokî danîne û xwestine di nav me de nakokiyan çêbikin . Pêwîste em di vê mijarê de şiyar bin. Pêwîst e Hikûmeta Başûr gav bi paş de bavêje û vê yekê qebul neke. Em di demek wisa de ne ku li her deverê cîhanê pirsgirêka Kurd tê nîqaş kirin, mafê wê tê nîqaş kirin. Kurd çima li hev wisa dikin. Destan û têkoşîna jinên Kurd tê nîqaş kirin, ji xwe re mînak digrin, hûn çima vê yekê nabînin.”

EV NÊZÎKATÎ Û ŞÊWAZ TI SÛDA XWE JI BO KURDAN TINE

Rewşen Mêrdin wiha didomîne; “Di demeke wisa de êrişeke e wisa ji hêla tevgera azadiya jinê ve nayê qebul kirin. Emê têkoşîna xwe geştir bikin. Ev nêzîkatî û şêwaz tu feydê nade Kurdan. Pêwîst e rêveberên Herêma Kurdistanê baş bizanin ku ger ji vê şaşîtiyê venegerin, wê dîrok hesab ji wan bixwaze û ew ê bixwe têk biçin. Dem dema xwedî li nirxê xwe derketine. Rêheval Sakîne pêşeng û rêberê me ye, nirxê me yê herî pîroz e, pêşengê me yê em ê li pey wê bimeşin. Heya kêliya dawî jî ji bo mafê Kurd û jinan têkoşiyaye. Nêzîkatiyên ku nakeve bin xizmeta Kurdbûyînê de, demokrasiyê de em nekin. Pêwîst e em Kurd bibin ê xwe. Îro dibêjin 15 hezar milyon dolar ji kîsê me çûye, ji bo ku di balafirgeha nevbera Tirkan de ne hatiye vekirin. Ev 15 hezar dolar rumeta Kurdan xilas nake, ma dibe ji bo vê yekê mirov di welatê xwe de, aramiya xwe xirab bikin, demokrasî û azadiyê rakin. Ev layîqê têkoşîna gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî nîne. Îro însanên me yên ku hatine girtin, gelek jin û zarok jî hêja girtîne, pêwîst e ev werin berdan. Ev şêwaz bi salan e neyarê me li hemberê me bi kar tîne. Çalakiya ku gelê me daye destpêkirin, rewa ye û pêwîst e asayiş li hember gelê me lêborîna xwe bi xwaze.”

BILA TEVGERÊN JIN YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN

Rewşen Mêrdîn di dawiya gotinên xwe de bangawazî li tevahî tevgerên jin ên li Başûrê Kurdistanê  dike û bi van gotinan dawî li vegotinên xwe dike; “Bangawaziya min li tevahî hereketên jin ên Başûrê Kurdistanê ne,  yên ji bo mafê jin tevdigerin. Em dizanin ku her sal li Başûrê Kurdistanê, li Silêmanî xelat ji bo rêheval Sara dihat dayîn. Di rojek bi vê awayî de jî, divê hemû jin yekitiya xwe ya jinan ava bikin, bi hevre tevbigerin, rêxistinbûyîna xwe bihêz bikin, em pêşengtî ji yekbûyîna Kurdan re bikin. Ev demeke dirêj e qala Kongreya Netewî tê kirin, em jin em ê pêşengtî ji vê yekê re bikin, dîsa ji bo Kongreya Jin jî pêşengtî ji me tê xwestin. Rêheval Sara pêşenga jina azad, jina demokratîk û ya mirovahiyê ye. Pêwîst e herkes li gel tevgera RJAK dengê xwe bilind bike, ev şêwazê dij mirovahiyê ye qebûl neke û hesab jê bixwaze.”