Rewşa Jinê ya Çiyê ji weşanên Ceylan derket

Rewşa Jinê ya Çiyê ji weşanên Ceylan derket

Pirtûka nûçegihana ANF û ETHA’yê Arzû Demîr a bi navê ‘Di Şer, Aştî, Azadî û Evînê de Rewşa Jinê ya Çiyê’ di weşanên Ceylan de derket. Pirtûk ji roportajên ku bi gerîlayên jin ên li Herêmên Parastnê yên Medya ku Demîr di 2013’an de çibû û amade kiribû, pêk tê.

Di Pirtûka bi navê ‘Rewşa Jinê ya Çiyê’ de ji Mîzgîn Agirî ya ku piştî hezkiriyê wê tevlî gerîla dibe û şehîd dikeve, tevlî dibe bigirin, heta Sakîne Canda ya 11 salî, ji Avaşîn Yilmaz ya ku dizewice û hîn dibe ku hevserê wê sîxur e ji Ewropayê derdive û berê xwe dide çiyayan, heta Roza Pinar çîroka 11 gerîlayên jin hene.

Di pirtûkê de li ser jiyana gerîlayên jin ên ji erdnîgariyên cuda ne tê destgirtin û  her wiha di pirtûkê de hişmendiya zayenda jinê ya di PKK’ê de tê destgirtin.

Her wiha di pirtûkê de sedema hatina jinan a çiyê, heta niha çi hat guhertin tê nirxandin û li gel vê rolên jin û mêran ên li çiya çawa ye, ev bi tecrûbeyan tê vegotin.

Li vir mînakên balkêş dertên holê.

KEFIYEYÊ BIGIRIN AN JÎ NABE

Yek ji doçkavana yekem a PKK’ê Menal Bagok, di 1989’an de tevlî gerîlayan bûye.  Di pirtûkê de wan rojên xwe wiha vedibêje: “Hevalên gelek bi rûmet bûn, lê nêzîkatiyên feodal ên jin û mêr hebûn. Hevalên ku em bi hev re hatibûn û mezin bibûn. Her çiqaa aliyên me yên paşverû hebûn jî em li ser xeyalekî hatin. Ji me re roja duyem gotin kefiyeyê li serê xwe girêdin, an jî nabe. Me jî got ku em ji bo leşkeriyê hatine vir, ji bo azadî û wekheviyê em şer dikin. Me îtîraz kir. Di koma me de zêde jin tune bûn. 3-4 jin hebûn. Kefiyeya wan hebû. Hevalên din ên mêr jî ji gundan tevlî bibûn.Ji ber kefiywyê zext hebûn û hevalên me yên ku em bi hev re mezin bibûn, dema me hevdu didît, me xwe vedişart. Em hatibûn rewşeke ku me nikarîbû silavê bidin hev.

Roza Pinar a ku di 1989’an de ji Ewropayê tevlî gerîlayan bû jî ji bo wan rojan dibêje: “Tu çiqas wek mêr şer bikî, wek mêr çekê bikar bînî, wek mêr bimeşî tu ewqas baş bû. Di serê salên 90’î de her tiştê der barê jinan de ji aliyê mêr ve dihat diyarkirin. Tê çawa tevbigerî, çawa bijî, çawa cih bigirî? Ev ji aliyê mêr ve dihatin diyarkirin. Bi vî awayî wê çiqas bi jinê re îrade bihata afirandin? Nayê afirandin, ji ber ku li wir ti ne kirde yî, mêr kirde ye."

Gerîlayên jin çawa ji rolên kevneşopiyê rizgar bûn?

Pirtûk bersivê dide vê pirsê jî. Bi banga Rêberê Gelê Kurd re artêşbûna jinê ava dibe. Lê ev wisa hêsan nebûye. Yên ku îtîraz kirine hebûn ên ku gotine nabe hene. Lê jinan jî dem bi dem gotine gelo em ê karibin bikin.

Di pirtûkê de nêrînên gerîlayên jin yên ku tevlî Yekemîn Kongreya YAJK’ê bûne jî tên parvekirin.

Her wiha têgeha ‘çek, çiya, azadî, evîn û zayendî’ îro çawa tê fêmkirin jî tê lêkolînkirin.

Vegotinên Koçerîn Amed ên der barê çekê de nêzîkatiya hemû gerîlayên jin vedibêje: “Ez rojekê di nobetê de bûm. Bihar bû. Min çeka xwe danî gel xwe.  Destê min çû ser lûleya çekê. Cemidîbû. Ez di carekê de veciniqîm. Piştre  min  pirsî: 'Ev çek ji bo min tê çi wateyê?' Min her roj ew paqij dikir, ji şiliyê diparast. Piştre min got: 'Di şer de ti ji bo min girîng î, bila şer biqede  tuitenê parçeyekî hesinî, tiştekî sar î.'” 
Ji bo ‘azadî çiye?’ îfadeyên cuda hatin.

EVÎN QEDEXE YE GELO?

Evîn jî wek têgeheke civakî tê nirxandin. Di vir de jî bersivên balkêş cih digirin.

Dîlan Nurhan li ser pirsa ‘Evîn li gel we qedexe ye’ wiha got: “Ji qedexebûnê wêdetir, rastiyek heye. Ger têkiliyên wisa di nava me de pêş bikevin wê tevger biqede. Dema em tevlî vê dozê bûn, em bûn şoreşger, me ev da ber çavan. Divê teqez em zerarê nedin vê dozê. Ger hestên min zerarê bidin, divê ez wan hestên xwe terbiye bikim. Ji ber vê jî em hestên xwe bi perwerdeyê terbiye dikin. Em vê rewşê bi dildarî qebûl dikin. Ne wek qedexe. Bêguman di nava me de tiştên wisa çêbûne. Lê yên ku vê bijîn di nava me de namînin. Mînak di van pêvajoyên tasfiyekaran de mêrekî jinek bir. Divê evîn nebe îxanetê. Ger evîn be, hezkirin be divê ti doza xwe bi hev re bibî. Lê ger wê hesta di navbera mêr û jinê de dibe îxanetê ew ne evîn e, ew ne hezkirin e. Jixwe yên ku vê di nava me de bijîn, di nava me de namînin. Direvin. Divê ew evîn, hezkirin û bê mezinkin. Wê demê dibe evîna rast, hezkirina rast."

Gerîlayên jin pirsa ‘Çima hûn evqas girêdayî Abdullah Ocalan in’ jî bersivandin.  Li gel vegotinên jinan çavderiyên Demîr û albuma wêneyan jî têde cih digire û her wiha pirtûka REWŞA JINAN A ÇIYAYAN diyarî şervana YPJ’ê Arîn Mîrxan û û rojnameger Denîz Firat hat kirin.

Rojnamevan Arzu Demîr diyar kir ku ew amadekirina pirtûkê wek bicihanîna deynê wefayê dibîne û got ku dema ew çû Herêmên  Parastinê yên Medya yek jî nas nedikir.

Demîr got: "Me hev nedîtibû, lê em li gel hev meşiya bûn. Ji ber ku em li pey azadiyê bûn. Heqîqeta wan bibûn heqîqata min jî.

Niha jî ez wek sosyalîstekek Tirk, dixwazim deynê xwe yê wefayê bi vê pirtûkê bidim şervanên jin."

ROJA ÎMZEYAN ÎRO YE

Roja yekem a îmzeyan a pirtûkê îro saet di navbera13.00-15-00’an de li standa Weşanên Ceylan e.

Ya duyem jî di 16’ê Mijdarê de dîsa di heman seAtan de li standan Weşanên Ceylan e.